09:45 23 Hezîran 2018
Helîkoptera `mi-17` ya pakistanî

Pîlotê Rûs radestî balyozxaneyê hat kirin

© AP Photo /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Hat diyar kirin ku piştî serbestberdana pîlotê Rus Sergey Sevastyanov ê ku ji aliyê Talîban ve dîl hatibû girtin, radestê Balyozxaneya Rûsyayê ya li Îslamabadê hat kirin.

Navenda Nûçeyan — Ataşeyê çapemeniyê yê Balyozxaneya Rûsyayê ya li Îslamabadê Damîr Gallîulîn ji bo televîzyona Rossiya 24ê got "welatiyê me niha li Balyozxaneya Rûsyayê ye. Rewşa wî ya derûnî baş e û di derbarê tenduristiya wî ya fîzîkî de jî tu pirsgirêk tune ye."

Helîkoptereke bi modela Mi-17ê di 4ê Tebaxê de bi awayekî mecbûrî daketibû bajarê Logar ê Efxanîstanê û li wir piştî ku daket pîlotê Rûs Sevastyanov û 5 muretebatên din ên Pakîstanî ji aliyê Talîban ve dîl hatibûn girtin. Muretebat bi qasî 9 rojan di destê Talîban de man û paşê bi hewldana rayedarên herêmî serbest hatibû berdan.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Jiyana pîlotê Rûs ê li Efxanîstanê dîl hat girtin, ne di xetereyê de ye
Li Efxanîstanê helîkoptereke Pakîstanê ket
Rûsya: DAIŞ, li Efxanîstanê hemwelatiyên rûsî perwerde dike
Etîketan:
pirsgirêk, radestî, Talîban, Balyozxaneya Rûsyayê ya li Îslamabadê, Damîr Gallîulîn, Sergey Sevastyanov, Rûsya, Îslamabad, Efxanîstan, Pakîstan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de