22:14 20 Hezîran 2018
Minbic hate rizgarkirin

“Tirkiye dixwaze PYD demildest ji Minbicê derkeve”

© Foto : Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 21

Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi pêşengiya YPGê bajarê Minbicê rizgar kir, Enqere dixwaze ku PYD ji wir derkeve.

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya rojnameya Tirkiyeyê Hurriyetê, piştî paqijkirina Minbicê ji DAIŞê, Enqere îsrar dike ku PYD demildest ji wir derkeve.

Herwiha di nûçeyê de hatiye ragihandin, çavkaniyên dîplomatîk ji destpêka operasyonê û di bin navê "şêwirmendiya" lojîstîk a operasyonê de, dilgiraniya xwe ji hebûna hêzên PYDê li wî bajarî ji Amerîkayê re ragihandiye. Heman çavkaniyan wiha ragihandiye: "Piştî rizgarkirina Minbicê, ti guhertin di helwesta Tirkiyeyê de çênebûye. Minbic bajarekî erebî ye. Divê ti hewldanên guhertina demografiyê pêk neyê. Divê hêzên PYDê ji bajarî derkevin. Rayedarên Amerîkayê diyar kiribû ku wan hesasiyeta Tirkiyeyê fêm kiriye. Em geşpêdanan ji nêzîk ve dişopînin."

Recep Tayyip Erdogan
© Foto : AA/ Yasin Bülbül
"ERDOGAN BI OBAMAYÎ RE AXIVÎBÛ"

Ji aliyekî din ve, Serokkomarê Tirkiyeyê di hevdîtina xwe ya Hezîranê bi Obamayî re wiha gotibû: "Niha di nav wan hêzên bi navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de,450 YPGyî hene. Li gel van nêzîkî 2 hezar û 500 ereb hene. Anku di zik hev de 300 hezar kes beşdarî vê operasyonê dibe û tiştê tê gotin ev e; YPGê li Minbicê dê bêtir hêzeke lojîstîk be, lê hêza serekî dê ereb bin".

Bi heman mijarî:

Şervan Derwîş: Minbic hîn nehatiye rizgarkirin
Rojavayiyan berî Minbic bê rizgarkirin dest bi pîrozbahiyan kir
Hindik ma Minbic bê kontrolkirin (HAT NÛKIRIN)
Terorîstên DAIŞê li Minbic û Babê bi hevdu ketin
Minbic- 16 DAIŞî hatin kuştin
Minbic piştî rizgar kirinê dê bi Federasyona Rojava ve bê girêdan
Etîketan:
guhertina demografiya bajarên kurdan, PYD, Recep Tayyip Erdogan, Barack Obama, Cerablus, Tirkiye, Minbic
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de