00:43 19 Sibat 2018
Zindî
    Rojhilata Navîn

    Piştî girtinê,Serokê ENKSê hat dersînorkirin

    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Duh êvârî Serokê ENKSê Îbrahîm Biro ji aliyê hêzên Asayîşa Rojavayê ve hat girtin. Hat ragihandin ku îro danê sibehê ji nava sînorên Rojavayê hat dersînorkirin.

    Qamişlo - Asayişa Rojavayê duh li Qamişloyê Serokê Giştî yê ENKSê Îbrahîm Biro desteser kiribû bê ku ti agahî derbarê sedema desterserkirinê de bên ragihandin.

    Herwiha li gorî agahiyên malpera Rûdawê dane, Nûnerê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyeyê yê Hewlêrê Newaf Reşîdî diyar kir ku asayişa Rojavayê Serokê Giştî yê ENKSê Îbrahîm Biro ew ji Rojavayê Kurdistanê derxistin.

    Newaf Reşîdî da zanîn ku Îbrahîm Biro niha li Herêma Kurdistanê ye.

    Bi heman mijarî:

    ​ENKSê li dijî Kembera Erebî derket
    PYDê bersiva ENKSê da: ENKS derewan dike
    Êrîşeke bombeyî li ser nivîsgeha ENKSê li Girkê Legê pêk hat
    ENKSê girtina endamên xwe ji aliyê asayişê ve şermezar kir
    ENKSê Sykes – Picotê dibe Cenevreyê
    ENKSê bangî welatiyên Sûriyeyê kir: Hilbijartinan boykot bikin
    ENKSê bangî PYDê kir: Ka em rûpeleke nû vekin
    Etîketan:
    desteserkirin, ENKS, Newaf Reşîd, Îbrahîm Biro, Qamişlo, Rojava, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de