02:04 26 Sibat 2018
Zindî
    Balafira Tu-22M3

    Balafirên bombebaranê yên rûsî li Deyrezorê li DAIŞê da

    © Flickr/ Dmitry Terekhov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Balafirên bombebaranê yên rûsî li Deyrezorê li çeperên DAIŞê dan.

    Moskova — Hate ragihandin ku 6 balafirên TU-22M3 yên hêzên hewayî yên Rûsyayê, li Deyrezorê çeperên DAIŞê bombebaran kirin.

    WEZARETA BEREVANIYA RÛSYAYÊ, TABLOYA PIŞTÎ BOMBEBARANÊ AŞKERE KIR

    Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsyayê, balafirên bombebaranê TU-22M3 yên ji Rûsyayê firiyan, li başûr rojava, li rojhilat û bakur rojhilatê Deyrezorê êrîşên hewayî li hemberî baregehên DAIŞê çêkirine. Di encama bombebaranê de du ciyên kontrolê, şeş enbarên çekan, du tang, çar wesayitên bizirx û heft cîb hatine tunekirin.

    ‘BALAFIRÊN KU WEZÎFEYÊN XWE PÊK ANÎN VEGERIYAN BAREGEHÊN XWE'

    Hate diyarkirin ku di encama operasyonê de gelek terorîstên DAIŞê hatıne kuştin û di dema operasyonê de jetên Su-30SM û Su-35S yên li baregeha Hmeymimê, berevaniya balafirên TU-22M3 kirine.

    Di daxuyaniya wezaretê de hate diyarkirin ku balafir piştî bidawîhatina operasyonê vekeriyan baregehên xwe.

    Bi heman mijarî:

    Ji balafirên rûsî li Reqqayê operasyona DAIŞê
    Balafirên rûsî li Sûriyê DAIŞ bombebaran kir
    Amerîka îdia dike ku balafira Rûsî, dîsa balafirên wan 'zivêr' kiriye
    Kremlîn:'Jetên rûsî êrişî balafirên Îsraîlê nekirine'
    Balafirên rûsî gihîştin hawara kurdên Helebê
    Etîketan:
    Balafirên Su-30SM, balafirên bomberanê TU-22M3, Balafirên Su-35S, Wezareta Berevaniya Rûsyayê, DAIŞ, Deyre Zor, Hmeymim, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de