00:03 22 Sibat 2018
Zindî
    Pentagon, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê

    Di rêvebiriya Wezareta Berevaniya Tirkiyê de ‘modela Pentagonê'

    © Foto: KURDSAT TV
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di çarçoveya ‘jinûve avakirina' Wezareta Berevaniya Tirkiyê de wê ‘sivîlbûn' bê esasgirtin û cara pêşîn wê erkê bidin şêwirmendekî sivîl. Xebata avakirina nû wê li gorî modela Pentagonê bê çêkirin û di kadroyên rêvebiriya wezaretê de wê sedî 60 sivîl û sedî 40 leşker cî bigirin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya di Hurriyetê de cî girtiye, rêvebiriya Wezareta Berevaniyê wê bê sivîlkirin û jinûve bê avakirin. Di vê çarçoveyê de wê modela Pentagonê ango Wezareta Berevaniya DYAyê mînak bê girtin.

    Di kadroyên rêvebiriya wezaretê de wê sedî 60 sivîl, sedî 40 leşker hebin û wê cara pêşîn kesekî sivîl ji bo şêwirmendiyê were erkdarkirin. Herwiha wezaret wê di nava sal û nîvê de ji kampusa xwe ya di nava Serfermandariyê de biçe avahiya nû ya li ser rêya Eskîşehîrê.

    Bi heman mijarî:

    Wezîr Işik: "Hevkariya Tirkiye û Rûsyayê ne hemleya li dijî NATOyê ye"
    Wezîrê Parastinê Işik: Leşkeriya neçarî wê kurt dibe
    Wezîrê Tirkiyeyê İşik: em bi Rusyayê re li ber geşedanên pir girîng in
    Etîketan:
    Wezareta Berevaniya DYA Pentagonê, Serfermandariya Tirkiyê, Rojnameya Hurriyet, Wezareta Berevaniya Tirkiyê, Eskîşehîr, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de