02:52 20 Hezîran 2018
Darizandin, dadgeh, girtin

Îdianameya kemîn a 17ê Berfenbarê hate qebûlkirin

© Fotolia / Andrey Burmakin
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Îdianameya derbarê Fethullah Gulen û hin midûrên berê yên emniyetê de hate qebûlkirin ku bi hinceta di ‘lêpirsîna 17ê Berfenbarê' de dijyasayî tevgeriya ne û kêmîn danîne.

Navenda Nûçeyan — Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê bi îdiaya ku di dosyeya lêpirsîna 17ê Berfenbarê de dijyaseyî tevgeriyane, Fethullah Gulen, midûrên berê yên Emniyetê Yakub Saygili, Nazmi Ardiç, Hamza Tosun û Yasîn Topçu jî di nav de derbarê 67 gumanbaran de lêpirsîn dabû destpêkirin. Di encama vê lêpirsînê de îdianame hate amade kirin ku ji hêla Serdozgerê Komarî yê Stenbolê İrfan Fidan ve dihate meşandin. Îdianameya ji 621 rûpelan pêk tê ji bo 14emîn Dadgeha Cezayê Giran re hate şandin û dadgehê ev îdianame qebûl kir.

Çavlirêye ku di rojên pêş de gumanbar werin darizandin.

FETHULLAH GULEN WEKE GUMANBARÊ YEKEMÎN DI ÎDIANAMAYÊ DE YE

Di îdianameyê de navê gumanbarê yekemîn Fethullah Gulen e. Ji bo wî û midûrên berê yên emniyetê Yakub Saygili, Nazmi Ardiç, Hamza Tosun û Yasin Topçu tê xwestin ku ji ber sûcên ‘avakirina rêxistina terorê ya çekdarî û birêvebirina wê', hewldana jiholê rakirina Hikûmeta Komara Tirkiyê ango pêşîlêgirtina wezîfeya wê', ‘Tomarkirina daneyên şexsî ya dijyasayî' û ‘binpêkirina veşarîtiyê' cuda cuda bên cezakirin. Ji bo 62 kesên din jî tê xwestin ku ji ber sûcên ‘endamtiya rêxistina terorê ya çekdarî', ‘Hewldana jiholêrakirina Hikûmeta Komara Tirkiyê ango pêşîlêgirtina wezîfeya wê' bên cezakirin.

Îdianame destnîşan dike ku lêpirsîna 17ê Berfenbarê, hewldana derbeyê ye ku di bin navê lêpirsînê hatiye kirin. Dîsa hatiye diyarkirin ku bi vê hewldanê hatiye xwestin ku 61emîn hikûmeta Komara Tirkiyê bikeve bin bandora fişara netewî û navdewletî û îstîfa bike. Îdianame balêdikişîne ser girtina Riza Sarraf ya li DYAyê û dibêje ku piştî rêxistin di 17ê Berfenbarê de biser neket, dixwaze hewldanê di ser DYAyê re careke din zindî bike û endamên rêxistinê dane û dokumanên derxistine ji derveyî welêt, li DYAyê radestî dozger Preet Bharayî kirine.

‘FETO LINGÊ HERÊMÎ YÊ PLANÊ YE'

Îdianame dibêje ku, li ser van dane û dokumanan li DYAyê îdianame hatiye amadekirin û hatiye armanckirin ku hewldana 17ê Berfenbarê ya ji hêla FETOyê hatiye kirin careke din zindî bikin. Li gorî îdianameyê bi vê hewldanê re jî hatiye xwestin ku têkiliyên bazirganî yên di navbera Dewleta Komara Tirkiyê û Îran û Brezilyayê de bike hedef yên derbarê xaza sirûştî û petrolê de ne. Dîsa tê îdiakirin ku rêxistina FETO ya terorê di vê êrîşa li hemberî berjewendiyên Dewleta Komara Tirkiyê de bi DYAyê û Dozgerê DYAyê re ketiye nava hevkariyê de û FETO jî lingê herêmî yê planê ye.

Di îdianameyê de Serokomar Recep Tayyip Erdogan, Serokwezîr Binali Yildirim, Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu, alîkarên serokwezîrê berê Beşir Atalay, Bulent Arinç, Ali Babacan, Bekir Bozdag û hin wezîrên kevn jî weke mexdûr cî digirin.

Bi heman mijarî:

Dozger kuştina Hrant Dink weke ‘guleya pêşîn a FETO'yê nirxand
'Di têkoşîna li dijî FETO de mafên mirovan nayên binpêkirin'
Albayrak: FETO ji DAIŞê hîn talûke ye
Serokê YARSAVê Arslan: "Dibe endamên FETO ketibin nava me jî"
Sûdanê rêveberiya 2 dibistanên girêdayî FETO spart şîrketeke Sûdanî
Etîketan:
lêpirsîna 17ê Berfenbarê, Serdozgeriya Komarî yê Stenbolê, FETO, Preet Bharara, Riza Sarraf, İrfan Fidan, Yasin Topçu, Hamza Tosun, Nazmi Ardiç, Yakub Saygili, Fethullah Gulen, DYA, Stenbol
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de