00:58 24 Hezîran 2018
Suudi Arabistan

Serokwezîrtiya Tirkiyê: Erebistana Siûdî ne ji welatên e ku piştgiriya FETOyê kirine

© Flickr / yasser zareaa
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Çavkaniyên Serokwezîrtiya Tirkiyê ew nûçe derewandin ku tê gotin Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim di axavtina xwe de, dema behsa ‘welatên piştgiriya hewldana derbeya 15ê Tîrmehê ya Rêxistina Terorê ya Fethulahî kiriye, Erebistana Siûdî jî tiwanc kiriye'.

Navenda Nûçeyan — Çavkaniyên Serokwezîrtiya Tirkiyê derbarê civîna Binali Yildirim ya bi nûnerên medyayê re agahî dan ku li Koşka Çankayayê çêbû.

Çavkaniyan diyar kirin ku "Di hevpeyvîna Serokwezîrê me de ya ku bi hin gerînendeyên weşanê re kiriye, li ser pirsa ‘Gelo ji bo piştgirya ji derveyî welat a ji bo hewldana derbeyê re hûn çi difikirin?' bersiv daye lê divê bersivê de weke ku tê îdiakirin behsa tiwanc kirina Erebistana Siûdiyê nehatiye kirin. Piştrgiriya ku Erebistana Siûdiyê ya dost û bira li hemberî hewldana derbeyê daye welatê me û hikûmeta me bi hêjayî hatiye pêşwazîkirin."

Bi heman mijarî:

Îmamê dijîtal ê herêmî yê FETO hat girtin
Îmamê FETO yê berê: "Arif Erdem 500 hezar dolar ji Gulen re birin"
Li Sêrtê operasyona FETO: 336 kes hatin girtin
Erdogan ji Pûtîn re got: FETO têkiliyên me ji xwe re kir armanc
Ahmet Ozal: "Dibe FETO bavê min jahrî kiribe"
Etîketan:
hewldana derbeya leşkerî, FETO, Serokwezîrtiya Tirkiyeyê, Binali Yildirim, Koşka Çankayayê, Erebistana Siûdî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de