08:53 25 Mijdar 2017
Zindî
    Ekrem Onen

    "Serxwebûna Kurdistanê ne di destê kurdan û ne jî di yê dagirkerên wan de ye"

    © Foto: FB
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 23921

    Lêkolîner û pisporê medyayê Dr. Ekrem Onenî diyar kir ku Erdogan ji Rûsyayê destvala vegeriya û Tirkiyeyê rê li ber xwe şaş kiriye û ditirse lê dîsa jî ew ê nikaribe ji dewletên rojavayî veqete. Herwiha Onenî teqez kir ku biryara zirhêzên navdewletî bo serxwebûna Kurdistanê çi be, ew ê pêk were.

    Navenda Nûçeyan — Lêkolîner û pisporê medyayê Dr. Ekrem Onen derbarê serdana Erdoganî bo Rûsyayê de bersiva pirsyarên Sputnikê da û diyar kir ku Tirkiyeyê rê li ber xwe şaş kiriye û nizane bê xwe bi kîjan alî ve girêde.

    Herwiha pisporê kurd diyar kir ku Tirkiye heta qirika bi Yekîtiya Ewropayê ve girêdayî ye û dê nikaribe ji dewletên Rojavayî veqere û teqez kir ku Erdogan bi heyeta xwe destvala ji Rûsyayê vegeriyan.

    Ji aliyekî din ve, Onenî diyar kir ku pirsa kurd ji destên kurdan û hêzên welatên wan perçe kiriye derketiye û biryara serxwebûna Kurdistanê di destên zirhêzên navdewletî de ye û ne kurd û ne jî hêzên Kurdistan perçe kiriye dê nikaribin projeya wan hêzan rawestînin.

    1.Di vê rewşa Tirkiyeyê ya tevlihev ku hewldana derbeyê çêbû lê dîsa jî yekemîn welatê ku Erdoganî serdana wî kir Rûsya bû, gelo sedem çi ye ku ewqasî Erdogan giringiyê dide Rûsyayê?

    Serdana Erdogan a pêşî piştî derbeyê leşkerî li Tirkiyeyê ji bo Rûsya bê guman gelek balkêş e û herwiha ne tiştekî xerîb e. Balkêşiya wê ew e; ez ê bi gotara cîgirê Serokê Konseya Ewropayê yê Têkiliyên Navnetewî û Wezîrê Derve yê Swêdê yê berê Karl Bîldî dest pê bikim, di gotara xwe ya rojnameya îtalî Polîticoyê de dibêje ‘'ev ji Ewropayê re rûreşî ye ku piştî derbeya leşkerî Erdogan serdana welatekî Ewropayê nake lê serdana Rûsyayê dike û bi Pûtînî re hevditinê dike'', herwiha Bîld dibêje "pêwîst e ewropî piştgiriyê bidin Erdogan". Wek eşkere ye niha nakokiyek gelek mezin di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropa-DYAyê de heye ev nakokî ne nuha dest pê kiriye. Ev nakokî ji sala 2003an de dest pê kiriye. Ji sala 2003 hikûmeta nuha ku xwe wek liberal îslamî dide nasîn her çiqas di rû de wek ku wê siyaseteke rojavayî bimeşîne didan rêdan jî lê di rastiya xwe de siyaseteke nû meşand ku bi siyaseta welatên rojavayî li hev nake û ev bû sedema nakokiyan di navbera Tirkan û welatên rojavayî. Tirkiye wek di demên berê de, hin ji serdemên avakirina komarê deher dem xwestiye li ser nakokiyên navbera Rûsya û welatên rojava rolekê ji xwe re bibîne û bilîze. Heta mirov dikare vê jî bibêje ku di sed salên dawî de rewşa xerab a împaratoriya Osmanî jî ji nakokiyên navbera Rûsyaya qeyserî û Almanya-Înglîz-Fransa fersend dît û xwe li ser lingan girt. Tİrkiye niha di rewşeke gelekî xerab re derbas dibe. ew siyaseta nû ku piştî salên 2003 dest pê kir, bû sebebê ku Tirkiye bi hemû welatan re û bi teybet welatên ciran û welatên rojavayî û piştî xistina balafira rûsî bi Rûsyayê re jî bibe dijmin. Wek eşkere ye rewşa jeopolîtîk li herêmê Tirkiyeyê neçar kir ku guhertinan bike. Bi guhertina serokwezîr Davutogluyî û nameya lêborînê ya Erdogan bo Pûtîn şand rê jê re vekir ku careke din têkiliyên xwe bi Rûsyayê re baş bikin. Piştî derbeya leşkerî ku xwedê gravî welatên rojava li pişta derbeyê ne, têkiliyên tşrkan bi tevahî bi Yekîtiya Ewropa û DYA re xerab bûn. Ji ber wê ji Tirkiyeyê re ti rê ji bilî Rûsyayê nema ku bikare pişta xwe bidê. Ji ber wê ye Tirkiye giringiyê dide Rûsyayê.

    2. Armanca Erdoganî ji vê serdanê çi bû? Çi ji Rûsyayê dixwest?

    Armanca Erdogan ji vê serdanê ew bû ku nîşanî Yekîtiya Ewropa û DYA bide ku ew pê re têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re baş nekin ez ê xwe nêzî dijberê we Rûsyayê bikim. Herwiha piştî xistina balafira rûsî ku Rûsyayê ambargoya aborî danî ser Tirkiyeyê ku rewşa aborî lê gelek xerab bû. Û ya herî grîng pirsa Kurdistanê bû. Wek eşkere ye van demên dawî Rûsya ne tenê di pirsa Rojavayê (Tirk ji pirsa Sûriyeyê bi dûr xistin) û başûrê Kurdistanê (Rûsyayê got, lazim e leşkerên tirkan ji basûrê Kurdistanê jî derkeve) zor dida tirkan lê herwiha di pirsa bakurê Kurdistanê jî de zor dida tirkan. Bi teybetî piştî serdana Pûtînî bo Urdunê ya berî 3 mehan ku li wê derê û di bersiva pirsyara rojnamevanekî de ku pirsîbû: ‘'Hûn li pirsa dewleta kurdî çawa dinerin''. Pûtînî gotibû ‘' pirsa avakirina dewleta Kurdistanê pirseke di navbera kurdan û welatên herêmê ye'' cara yekemîn e ji serdemê Qeyser serokekî Rûsya bi vî awayî bersivek weha dide, berê herdem berpirs û serokên Rûsyayê ji bo avakirina dewletek Kurd her dem pirsa neguhertina sînorên welatên herêma Rojhilata Nêzîk bi bîr dixistin ‘' lê xwendina sıyasî û dîplomasî ya bersiva Pûtînî ew e ku em ne li dijî dewleta Kurdistanê ne. Piştî vê beyana Pûtîn tirkan gelek aktîv xwest bi Rûsyayê rêya lihevkirine peyda bikin.

    3. Gelek nîqaş hene ku dibe Tirkiye berê xwe bide Ewrasayê û dûrî NATOyê bikeve, gelo hûn derbarê vê miajrê de çi difkirin? Polîtîkaya nû ya Tirkiyeyê dê bêtir nêzîkî kîjan aliyî be û ev polîtîka dê li gorî çi diyar bibe?

    Tekiliyên Rûsya bi Tirkiyeyê re her dem konjokturel bûye belovacî vê, ji dema avakirina komara Tirkiyeyê, yan heta mirov dikare bibêje ji dema dawî a împeratoriya Osmanî dest pê dike û heta salên 2003yan, wek staratejîk, siyaseteke Rojavayî ku stratejiya statukoya coxrafî biparêze hatibû avakirin. Ji sala 2003 hikûmeta nû ku xwe wek liberal îslamî dide nasîn her çiqas di rû de wek ku wê siyaseteke rojavayî bimeşîne didan rêdan jî lê di rastiya xwe de siyaseteke nû meşand. Ew siyaseta nû ew bi her kesî re kirin dijmin. Ev tev ji ber rewşa nû ya cihanê bû. Wek tê zanîn Tirkiye di Şerê Cîhanê yê Yekem de li gel Almanyayê bû û di arxîtektûra piştî Şerê Cihanê yê Yekem de cihê xwe li gel welatên rojavayê girt. Di arxîtektûra piştî Şerê Cîhanê yê Duyem de jî her li gel welatên rojavayî bû, paşê ku nakokiyên Sovyet û welatên rojavayî xurt bûn, Tirkiye helwesta xwe eşkere kir û bû endamê NATO. Arxîtektûra ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyem ku hatibû avakirin bi hilweşandina Sovyetê (1991), ew arxîtektûr jî xera bû. Ji 1993 heta niha li cîhanê şerê avakirina arxîtektûreke nû heye. Problema Tirkiyeyê ew e ku di gengeşiya navbera Rûsya,Yekîtiya Ewropa û DYA a ku jibo arxîtektûran dibe, nikare helwesteke zelal bigire ka ligel kê ye?. Problemeke din a Tirkiyeyê ew e ku Tirkiye ji alî aborî ve bi welatên rojavayî ve girêdayî ye (bazirganî, bikaranîna sermayê welatên rojava, Inovasyon û hwd) lê berovajî vê hukimê siyasî ji 2003an de ne hukmekî li gor siyaseta welatên rojavayî ye. Ev nakokiyeke mezin a Tirkiye ye. Nuha nakokiyên navbera Rûsya û DYA ne wek nakokiyên dema pakta Warşova û NATOyê îdeolojîk û statuko ne. Hinek welat li cîhanê hebûn bi teybet welatên wek Tirkiye û yên Ewropayî, sovyetê nakarîbû mudaxele bikra, herwiha hinek welatên Ewropaya rojhilat jî DYA nakarîbû mudaxeleyî wan bikra, niha Rûsya jî welatekî kapîtalîst e lê dîsa jî nakokî di navbera Rûsya û DYA li ser parvekirina bazara cîhanê heye û ji alî jeopolîtk hukimê siyasî li cihanê ye û êdî herdû welat jî dikarin mudaxele bikin. Ew statukoya berê ji rabû. Diyar e di arxîtektûra niha ya cîhanê de, dê ne du Qutib lê ew ê çend qutib li cahanê bê avakirin. Gelek qutib hêdî hêdî zelal dibin, wek Yekîtiya Ewropayê, Rêxistna ŞANGAYê, hevkariya ekonomîk a Asya û Ewropa û Yekîtiya welatên bakurê Amerîkayê. Tirkiye ne di nav yekê de ye jî û wek serweriya siyasî ji Tirkiyeyê re ya herî cazib diyar e rêxistina ŞANGAY û hevkariya ekonomîk a Asya û Ewropayê ye. Ji alî ekonomîk de girêdana Tirkiyeyê bi welatên Ewropayî ve û endamtiya Tirkiyeyê ya NATOyê rê li ber digire di nav rêxistina ŞANGAY û hevkariya ekonomîk a Asya û Ewropayê de cih bigire. Niha jî wek her demê tifaqên eşkere û bi dizî di navbera dewletên mezin de hene. Tirsa mezin a Tirkiyeyê ew e ku dîsa tifaqên bi dizî li ser Tirkiyeyê bên kirin, ji ber wê jî rê li ber şaş bûye. Ez ne bawer im tirk bikarin ji NATO derkevin û bi welatên Yekîtiya Ewrûpayê re têkiliyên xwe qut bikin û bibin endamê Rêxistnek wek ŞANGAY. Tirkiye heta qirikê bi Ewrûpayê ve girêdayî ye.

    4. Serdana Erdoganî bo Rûsyayê çiqasî serkeftî bû û gelo Erdogan gihişt armancên xwe?

    Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi delegasyoneke mezin serdana St.Peterburgê kir û bi serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî re hevdîtin pêk anî. Piştî xistina balafira Rûsyayê, Erdogan cara pêşî bi awayekî fermî serdana Rûsyayê dike. Erdogan bi gelek pêşneyaran hatibû. Hinek ji wan ev in:

    1. Pirsa xeta gazê ku ji Rûsya ku Tirk dixwazin di ser axa wan re derbas bibe.
    2. Pirsa avakirina sentrala atomê ya enerjiyê ya Akkuyuyê.
    3. Pirsa turîzmê.
    4. Pirsa ambargoya ser hêşînahî û fêkî.
    5. Pirsa vîzeyê

    6. Pirsa Sûriyeyê

    Di hemû pirsan de Pûtîn li gor qaideya protokolê got, "em ê binerin" Di diplomasiyê de navê "em binerin", yanî niha tiştek tine ku em ji we re bikin.

    Wek mînak ji bo tûrîzmê berpirsên Rûsyayê dibêji0n lazim e rewşa ewlekariyê ji bo tûrîstan çareser bibe ku paşê dikarin biryar bidin, balafirên charter bikarin biçin Tirkiyeyê yan na. Heta proseseke wiha bi dawî bibe ji xwe mewsima tûrîzmê xelas dibe. Herwiha ji bo hêşînahî û fêkî jî niha mewsim e piştî 3 hefta ji xwe mewsima wan jî xelas dibe. Pirsa vîzeyê jî rûs dibêjin pirsa ewlekariyê heta li Tirkiyeyê çareser nebe, ev pirs nayê rojevê. Bi kurtî Tirk ji Rûsya dest vala vedigerin. Diyar e pirsa esasî ya têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê ne ev hemû ne, pirsa esasî pirsa jeopolîtîk e. Diyar e Rûsya ji Tirkiyeyê hinek tiştên din daxwaz dike lê tirk jî naxwazin behsa wan tiştan bikin.

    5. Bandora vê hevdîtinê li rewşa kurdan li her çar welatên kurd lê dijîn dê çawa be? Herwiha bi taybetî ew ê bandoreke çawa li helwesta Rûsyayê li himberî kurdan li Sûriyeyê û Rojavayê bike?

    Ez ne bawer im tu guhertin di siyaseta Rûsyayê de derbarê Kurdan de bi teybet Kurdistana rojava de çêbibe.

    6. Gelo li himberî van pêşketinên nû û hewldana nûkirina têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, divê kurd polîtkayeke çawa bimeşînin?

    Divê kurd heta ji wan bê dûrî dewletên kurdistan perçe kiriye û xwe nêzî welatên wek Rûsya, DYA û Yekîtiya Ewrûpayê bikin.

    kurd çiqas nêzî welatên Kurdistanê perçe kiriye bibin, ew ê ewqasî dûrî azadiyê bkevin û ciqas nêzî Rûsya, DYA û Yekîtiya Ewropa bin, ew ê ewqas nêzî azadiyê bin. Ji xwe ezwiha dihesibînim pirsa kurd ji destê dewletên Kurdistan perçe kiriye û kurdan bi xwe derketiye, ketiye destê zirhêzên navdewletî. Ji ber wê jî munaqeşake xurt di nava kurdan de niha heye ku hev bi piştgirî yan dijberiya serxwebûna Kurdistanê tawanbar dikin û bi min hinekî xerîb tê. Ji ber heger zirhêzên navdewletî bi çi awayî biryar bidin wê wiha be. Ez bi hêvî me ku biryar zirhêzên navdewletî ji bo kurdan wê mizgîniya xêrê be. Ne bes hêzên di nava kurdan de û li ser navê kurda tevdigerin dikarin vê proja zirhêzên navdewletî xerab bikin lê wan welatên kurdistan perçe kiriye jî nikarin vê projeyê xerab bikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Ji Tirkiyeyê re armanca operasyonên mirovî yên li Helebê hat vegotin
    Izvestiya: "Rûsya wê pêşniyara peymana leşkerî li Tirkiyeyê bike"
    Puşkov û Yardim têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê nirxandin
    Peskov: "Dibe Pûtîn jî tevlî pêşbirka dostanî ya Rûsya û Tirkiyeyê bibe"
    Ji Moskovayê daxuyaniya pêşbirka dostanî ya Rûsya û Tirkiyeyê
    Dibe di meha îlonê de Civîna Konseya Kar a Rûsya û Tirkiyeyê pêk were
    YE: Ji bo çareseriya Sûriyeyê, têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê gelekî giring in
    Rûsya û Yûnanistanê daxuyanî derbarê keştiyên wenda yên Tirkiyeyê de dan
    Etîketan:
    têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, Şangay, Yekîtiya Ewropayê, Vladîmîr Pûtîn, Recep Tayyip Erdogan, Sûriye, Tirkiye, Amerîka, Rojava, Kurdistan, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de