08:50 25 Mijdar 2017
Zindî
    Hrant Dink

    Ji ber kuştina Hrant Dînk 3 kesên din hatin desteser kirin

    © Foto: AA/Ahmet Bolat
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3 0 0

    Di derbarê kuştina Gerînendeyê berê yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk de Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Trabzonê Alî Oz û peywridarên îstîxbarata cerndirmeyan Adnan Acar û Mûsa Yildirim hatin desteserkirin.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku di çarçoyeya lêpirsîna ku ji aliyê yek ji Serdozgerên Stenbolê Gokalp Kokçu ve tên meşandin de, Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Trabzonê Alî Oz û peywridarên îstîxbarata cerndirmeyan Adnan Acar û Mûsa Yildirim hatin desteserkirin.

    Herwiha berê jî bi daxwaza serdozgeriyê 27 kes ji ber vê lêpirsînê hatibûn desteserkirin û ji wan 2 kesên bi navê Abdûllah Dînç û Yavûz Bozca hatibûn girtin. Tê gotin ku niha jî li emniyeta lêpirsîna 28 kesan dewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Dozger kuştina Hrant Dink weke ‘guleya pêşîn a FETO'yê nirxand
    Hrant Dink: ‘Ez kurd bûma min ê dewleteke serbixwe bixwesta’
    Derbarê kuştina Hrant Dink de 7 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    3 kes, desteserkirin, Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Trabzonê, Gerînendeyê Berê yê Rojnameya Agosê, Mûsa Yildirim, Alî Oz, Adnan Acar, Gokalp Kokçu, Hrant Dink, Trabzon, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de