22:09 27 Gulan 2018
Adem Geverî

Geverî: ''Bajarkirina Geverê ne xêr e lê şer e!''

© Foto : Cesîm Ilhan
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 20

Parlementerê HDPê yê Wanê Adem Geverî got: ''Ew qanûna dê Geverê bike bajar bawer nakim ku ji bo Geverê bibe wesîleya xêrê, wê bibe sedama şerî. Lewre ewlekariya ku Gever hilweşand, wê hêza leşkerî li wir zêde bike û wê kes nikaribe li wir bijî.''

Omer Faruk Baran

Amed - Li gorî qanûnên ku roja Sêşemê ketin meclîsa Tirkiyeyê hat diyarkirin ku dê Cizîr û Gever bibin bajar, Şirnex û Colemêrga ku hîn jî bajar in dê di demeke nêz de bibin navçe. Parlementerê HDPê yê Wanê Adem Geverî li ser qanûnên ku di rojeva kurdan de ne ji Sputnik Kurdistanê re axivî.

Cizîr
© Sputnik . Ömer Faruk Baran
"DEWLETA TIRK DIXWAZE ÎRADEYA GELÊ KURD BIGIRE"

Geverî destnîşan kir ku dewleta tirk li ser ewlekariyê pergala xwe ava kiriye û dê ew qanûn aştiya di nav civakê de têk bibe. Geverî got: ‘'Dewleta tirk bi ew tiştê ku niha li bakurê Kurdistanê pêk tîne dixwaze pêşiya îradeyê gelê kurd bigire ku kurd li welatê xwe xwedî dernekevin. A duduyan jî, dixwaze bi vê pergalê hêza Kurd a xetere dibîne îdare bike. Dewlet li gorî rewşa awarte, gava dilê wê dixwaze navçeyan dike bajar, bajarên mezin jî dikare bike navçe. Ev qanûn ne demokratîk e û dê aştiya di nav gel de têk bibe''

Li navenda nevçeya Geverê ya ku dê bibe bajar hîn jî qedexeya derketina derve dewam dike û ji Tîrmeha 2015an vir ve di operasyonan de 99 kesan li Geverê canê xwe ji dest daye.

Geverî diyar kir ku bajarkirina Geverê ne ji xêra Geverê re ye û wiha axivî: ‘'Ew qanûn dê ji bo Colemêrgê bibe têkçûna civaka dewlemend û aboriyê. Bawer nakim ku ji bo Geverê bibe wesîleya xêrê, wê bibe sedema şerî. Lewre ewlekariya ku Gever hilweşand, wê hêza leşkerî li wir zêde bike û wê kes nikaribe li wir bijî. Wê nifûsa wir kêm bibe û îhtimal e ku 15-20 salên din careke din bikin navçe.''

Geverî herwiha amaje kir qanûna dê Geverê bike bajar bi Geveriyan re heyecan çênekiriye: ‘'Dema ku Colemêrg û Şirnex bajar bûn jî bêxwedî bûn, ji îro şûnde dê zêdetir bêxwedî bin. Gever û Cizîr bi keda gel mezin bûbûn, ew mezinbûn hemû bi destê artêşa dewleta tirk hat hilweşandin. Bi çêkirin û avakirina dewleta tirk Gever êdî wek berê mezin nabe.''

"DEWLETA TIRK BI WAN NAVAN HEQARETÊ LI KURDAN DIKE"

Li gorî qanûna nû navê Colemergê yê ku bi awayê fermî ''Hakkari'' ye dê bibe ''Çölemerik'' û Şirnexa ku bi awayê fermî ''Şırnak'' e jî dê bibe ''Nuh.''

Di dawiya axaftina de Geverî got ew navên ku dewleta tirk li navçe û bajarên kurdan dike li kurdan heqerat in û wiha dewam kir: ''Gever jî Hekarî jî Colemêrg jî navên qedîm in. Yüksekovayê ku dewletê li Geverê kiriyê navekî nû ye. Gava bajar, Gever di fermiyetê nebe Gever û wek Yüksekova bimîne jixwe ew li kurdan heqaret e. Navê Colemêrgê jî wek Çölemerik wê binivsînin, ew jî heqaret e. Em eşkere navên kurdî dixwazin ji dewletê.''

 

Bi heman mijarî:

4 bajarên kurdan û navên wan
Li bajarên kurdan encama şerê salekê: 858 kes jiyana xwe ji dest da
Kalkan: Pevçûnên li bajarên Kurdan ne polîtîkaya AKPê, ya MHP û CHPê ye
Cemîl Bayik: Bicihkirina koçberan li bajarên Kurdan nayê qebûlkirin
Amerîkayê welatiyên xwe ji bo bajarên kurdan hişyar kirin
WRI: Li bajarên kurdan şer diqewime
Êrîşkarê otobusên bajarên kurda şandin bendîxaneyê
Etîketan:
bajarên kurdan, Adem Geverî, Cizîr, Colemêrg, Şirnex, Gever
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de