15:24 21 Çile 2018
Zindî
    Alaya Koreya Bakur

    Tirkiyeyê Koreya Bakur şermezar kir

    © REUTERS/ Kim Kyung-Hoon
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê destnîşan kir ku berdewmakirina avêtinê ya moşekên balîstîk ji aliyê Koreya Bakûr ve, ji bo ewlehî û îstîqrara herêmî û navneteweyî talûke ye û ev ceribandinên moşekan şermezar kir.

    Navenda Nûçeyan — Wezaretê daxuyaniyeke niviskî belav kir û di daxuyaniyê de da diyar kirin ku avêtin û ceribandina moşekên balîstîk ya ji aliyê Koreya Bakur ve herî dawiyê di 3yê Tebaxa 2016a de hat pêk anîn, hatiye şermezar kirin.

    Herwiha di daxuyaniyê de avêtinên moşekên balîstîk yên.di 9 û 19ê Tîrmeha 2016a de hatin bibîrxistin û hat gotin ku avêtina moşekan îhlalkirina berpirsyariyên navneteweyî ne û em bang li Koreya Bakur dikin ku li gorî çarçoveya biryarên Konseya Ewlehiyê ya YEyê berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

    Bi heman mijarî:

    Koreya Bakur sê moşekên balîstîk avêtin
    Koreya Bakur dê miameleya “dîlên şerî” li girtiyên amerîkî bike
    Koreya Bakur moşekeke din a balîstîkî ceriband
    Koreya Bakur behane ye, armanca rasteqîn Çîn e?
    Etîketan:
    ceribandin û avêtin, moşekên balîstîk, şermezarkirin, Konseya Ewlehiyê ya YEyê, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, Tirkiye, Koreya Bakur
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de