22:21 27 Gulan 2018
Polês - êriş - Silopiya- silopiyayê

Polîsan li Colemêrgê êrîşê konê HDP û DBPê kirin

© AP Photo / Emre Tazegul
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li Colemêrgê konê ku li pêş şarederiyê ji aliyê HDPê û DBPê ve ji bo çalakiya nobetê ya ‘ji derbeyê re na, demokrasî hema niha' hat vedan, rastî êrîşa polîsan hat.

Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku li Colemêrgê ji bo çalakiya nobedariyê ya ‘ji derbeyê re na, demokrasî hema niha' ji aliyê HDPê û DBPê ve berbê êvarê li ber şarederiyê kon hat vedan. Konê ku bi beşdarbûna wekîlê Colemêrgê yê HDPê Nîhat Akdogan, Hevşaredara Colemêrgê Fatma Yildiz û nûnerên HDP, DBP û hin saziyên sivîl çalakiya nobetê lê dihat girtin rastî serdegirtina polîsan hat.

Piştî serdegirtina polîsan wekîlê Colemêrgê Nîhat Akdogan daxuyaniyek da û diyar kir ku partiya ku bi awayekî xurt li hemberî derbeyê sekinî, HDP bûbû. Akdogan da zanîn ku em him li hemberî derbeya sivîl in him jî li hemberî derbeya leşkerî ne û got em vê êvarê ji bo ku li Tirkiyeyê êdî xwîn nerije, pêvajoya çareseriyê ji nû ve were dest pê kirin, li vir kombûne.

Bi heman mijarî:

KCD û DBP: Bila dorpêçkirina bajaran bê rakirin
DBP: ‘’Me mirin jî daye ber çavên xwe, kayum..’’
HDP û DBP ji bo çalakiyan bi çapemeniyê re civiyan û bangî gelî kir
DBP: Divê Ocalan bi xwe pêvajoyê bi rê ve bibe
Etîketan:
êrîş, serdegirtin, Hevşaredara Colemêrgê, DBP, HDP, Nîhat Akdogan, Fatma Yildiz, Colemêrg
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de