11:07 17 Tebax 2017
Zindî
    Darizandin, dadgeh, girtin

    4 wezîrên berê bi rêveberiya FETOyê hatin sûcdar kirin

    © Fotolia/ Andrey Burmakin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Wezîrên berê Bulent Arinç, Huseyîn Çelîk, Sûat Kiliç û Sadûllah Ergîn bi îdiaya rêvebririna ‘FETO'yê hatin sûcdar kirin û ji bo vê yekê serî li dozgeriyê hat dayîn. Daxwaznameya sucdarkirinê ji aliyê dozgeriyê ve hat qebûl kirin.

    Navenda Nûçeyan — Parêzerekî bi navê Bûrak Bekîroglû daxwaznameya sûcdarkirinê pêşkeşî Serdozgeriya Stenbolê kir û di daxwaznameyê de îdia kir ku van wezîran rêveberiya ‘FETO'yê kirine, him bi fikir him jî bir pratîk bi vê rêxistina terorîst re tevgeriyane û ji bo amadekirina derbeyê endamên vê rêxistinê di saziyên dewletê de bi cih kirine.

    Di daxwaznameyê de Bulent Arinç bi pesindayina serokê FETOyê Fethûllah Gulen hat sûcdar kirin, ji bo Sadûllah Ergîn hat îda kirin k udi dema wezîrtiya xwe de Serokomar Erdogan xapandiye û wezîrê werzîşê yê wê demê Sûat Kiliç jî ji bo rant û ji rêvebirinê bibe xwedî pay, ketiye vê qadê.

    Ji bo wezîrê perwerdehiyê yê wê demê Huseyîn Çelîk jî hat îdia kirin, di dema xwe de bi zanebûn azmûnên dibistana navîn li sê salan belav kiriye û bi vî awayî xwestiye xwendekaran mecbûrê dersxaneyên FETO bike.

    Bekîroglû di daxwaznameya xwe de ji dozgeriyê daxwaz kir ku di derbarê her 4 wezîrên berê de bila li Meclîsê Komisyona Lêkolînê were ava kirin. Daxwaznameya Bekîroglû ji aliyê serdozgeriyê ve hat qebûl kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Dibistanên FETO yên li Herêma Kurdistanê wê neyên girtin
    Di lêpirsîna FETO de ji bo 56 kesan biryara girtinê hat dayîn
    Dozger kuştina Hrant Dink weke ‘guleya pêşîn a FETO'yê nirxand
    Li TFFê opersayona 'FETO'yê: Zêdetirî 300 kes ji kar hatin avêtin
    Etîketan:
    sûcdarkirin, rêveberî, FETO, Serdozgeriya Stenbolê, Bûrak Bekîroglû, Sûat Kiliç, Huseyîn Çelîk, Sadûllah Ergîn, Bulent Arinç, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de