11:06 23 Tebax 2017
Zindî
    Parlamentoya Herêma Kurdistanê

    Dibistanên FETO yên li Herêma Kurdistanê wê neyên girtin

    © Foto: krg.org
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3312

    Wezareta Herêma Kurdistanê daxuyand ku 20 dibistanên Rêxistina Terorî ya Feto (FETO) yên li herêmê di faaliyetê de ne, wê neyên girtin.

    Navenda Nûçeyan — Ji aliyê Wezaretê ve daxuyaniyek hat dayîn û di daxuyaniyê de hat gotin "ev çend roj in di medyayê de tê îdakirin ku 20 dibistanên Işikê ku 12 hezar 719 xwendekaran perwerde dikin, wê werin girtin." Li gel vê yekê di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji bo girtina van dibistanan an jî di derbarê rêvebirina wan a siberojê de ji aliyê hikumetê ve ji bo wezaretan tu biryareke fermî nehatiye şandin û hat gotin ku "berjewendiya xwendekaran di ser her tiştan re tê girtin û di vê rewşa heyî de ev dibistan wê neyên girtin."

    Di serî de paytexta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê û li bajarên wek Silêmanî, Duhok û Helepçeyê saziyên perwerdehî yên FETO hene. Li gel van dibistanan radyoyeke FETO ya bi navê Dewran FMê weşanê dike.

    Bi heman mijarî:

    Dibistanên FETOyê yên li Sûdanê tên girtin
    Albayrak: FETO ji DAIŞê hîn talûke ye
    Serokê YARSAVê Arslan: "Dibe endamên FETO ketibin nava me jî"
    Etîketan:
    nayên girtin, dibistan, FETO, Hikumeta Herêma Kurdistanê (HHK), Wezareta Perwerdehî ya Herêma Kurdistanê, Silêmanî, Duhok, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de