11:06 17 Tebax 2017
Zindî
    girtin-binçavkirin-desteserkirin

    Di lêpirsîna FETO de ji bo 56 kesan biryara girtinê hat dayîn

    © Foto: Kirill Kallinikov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 610

    Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve li gorî çarçoveya lêpirsîn a ji bo hewldana derbeyê di derbarê 56 dadger û dozgeran de ku nedihatin dîtin ûji bo wan berê biryara desteserkirinê hatibû dayîn, îcar biryara girtinê hat dayîn.

    Navenda Nûçeyan — Hat diyar kirin ku li ser daxwaza dozgerê komarê yê li Buroya Lêpirsîn a Tawanên Karmendan peywirdar e, Dadgeriya Ceza ya Silhê ya Enqereyê di derbarê 56 dadger û dozgeran de ku ji bo wan biryara desteserkirinê jî hebû û nayên dîtin, biryara girtinê hat dayîn.

    Piraniyên ji van kesan hatin desteserkirin û piştî lêpirsînên dozgeriyê hatin girtin û sewqê girtigehê hatin kirin.

    Tê zanîn ku li ser lêpirsîna ku piştî hewldana derbeyê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatibû destpêkirin, tevlê endamên Dageha Bilind, Şêwirgeha Dewletê, Dadgeha Bacê ya Enqereyê û dadger û dozgerên Dadgeha Enqereyê di derbarê zêdetirî 3 hezar kesan de biryara desteserkirinê hatibû dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Li GATAyê operasyon: 98 kes hatin desteserkirin
    Heta niha 2 hezar 745 dadger bi sedema hewldana derbeyê ji kar hatin dûrxistin
    Li Zanîngeha Dicleyê 40 akademîsyen hatin desteserkirin
    Ji ber lêpirsîna kuştina Hrant Dînk 5 kes hatin desteserkirin
    Etîketan:
    biryar, desteserkirin, girtin, Serdozgeriya Enqereyê, Şêwirgeha Dewletê, Dadgeha 12mîn a Hiqûq û Sulhê ya Enqereyê, Dadgeha Bilind, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de