18:38 17 Tebax 2017
Zindî
    Jinên Êzîdî

    DBPê qirkirina Şengalê şermezar kir

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    DBPê salvegera komkujiya êzidiyên Şingalê bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kir.

    Navenda nûçeyan —  Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratî (DBP) bi boneya salvegera 2. a komkujiya êzdiyên Şingalê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de hate gotin di qirkirinê de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da, jin û zarok li bazaran hatin firotan û îşekenceyên mezin dîtin.

    Di daxuyaniyê de hate gotin DAIŞ bi piştevaniya dewletên herêmê curet kiriye ku êrişî êzidiyên Şingalê bikin. DAÎŞê qirkirinê polîtîkayên dewletên mêtinger aniye ser xwe û her komkujî kiriye.
    Di daxuyaniyê de hate gotin, êrişa Şengalê diyar dibe ku qirkirin berê hatiye plankirin û wiha hate gotin: ‘Bi DAÎŞê re bi tevlêbûna hin navendên hêzan stratejiya qirkirina Kurdan hatiye avakirin.'

    BANGEWAZÎ JI BO QADA NAVNETEWÎ

    Di daxuyaniyê de hate gotin ku  têknebirina vê hêza barbar ji hêla qada navnetewî ve qelsiyeke mezin, ji bo mirovahiyê jî talokeyeke mezin e. Hate gotin ku heya qada navnetewî li hemberî hêzên ku destekê didine DAÎŞê nekeve nav helwesteke hevgir, ev hêz wê li hemberî mirovahiyê sûcên xwe berdewam bike.
    Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku ew wek Partiya Herêmên Demokratîk komkujiya Şingalê bi tundî şermezar dikin û êşa gelê xwe yê êzidî par ve dikin.

    Bi heman mijarî:

    Terorîstên DAIŞê bi wesayîtên bombekirî êrişî Şingalê kirin
    Li Amedê ji bo zarokên Sûrê û Şingalê atolye hate lidarxistin
    Li Şingalê 30 gorên komî hatin dîtin
    Qayîmeqamê Şingalê: Me bi fermî bang li PKKê kir ku ji Şingalê derkeve!
    Pêşmergeyan li Şingalê du herêm bi dest xistin!
    Barzanî: ‘Bila PKKê ji Şingalê derkeve'
    PAKê rizgarkirina Şingalê pîroz kir
    Etîketan:
    jinên êzidî, komkujî, êriş, şer, dbp, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de