09:07 17 Tebax 2017
Zindî
    Ahmet Davutoglu

    Kesekî gef li Davutoglu xwar

    © REUTERS/ Ümik Bektaş
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Hate zanîn ku Serokwezîrê berê yê Tirkiyê û parlamenterê AKPê yê Konyayê Ahmet Davutoglu, îro dema beşdarî rêûresma cenazeyekî bû, kesek nêzîkî wî bûye û gef lê xwariye.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Ahmet Davutoglu îro beşdarî rêûresma cenazeye hevjîna mîmarê navdar Turgut Cansever, Nilufer Cansever bibe saet di 13.15ê de çû Mizgefta Fatîhê. Di vê esnayê de kesekî silav li wî kir û destê xwe dirêjî wî kir û gefa kuştinê lê xwar.

    Vî kesî ji Davutoglu re got ku "Niha tu min bikujî nexwe ez ê te bikujim" û li ser van gotinên wî polîsan mudaxeleyî wî kirin. Kesê gumanbar birin navenda asayişe û derxistin edliyeyê.

    Bi heman mijarî:

    Ji Davutoglu derheqê balafira rûsî de daxuyanî
    Li Almanyayê giliyê Erdogan û Davutoglu hate kirin: "Sûcê şer kirine"
    15 madeyên ku hişt Davutoglu îstîfa bike
    Davutoglu di pirtuka xwe ya nû de wê Moskovayê jî vebêje
    Berat Albayrak dev ji şopandina Davutoglu berda
    Davutoglu bi awayekî fermî îstîfa kir
    Etîketan:
    serokwezîrê berê, gefxwarin, Nilufer Cansever, Turgut Cansever, Ahmet Davutoglu, Fatih, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de