18:35 20 Tebax 2017
Zindî
    Polês

    Li Amedê PKKê êrîş kir

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK)li navçeya Yenîşehirê ya Amedê êrişek pêk anî û di encamê de 3 polîsên Tirkiyeyê birîndar bûn.

    Navenda Nûçeyan - Li gorî agahiyan, li navçeya Yenîşehirê ya girêdayî parêzgeha Amedê şervannê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) êrişek li dijî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê pêk anî.

    Êriş duh bi şev li cihekê bi navê Uçkuyular di dema derbasbûna hêzên polîsên Tirkiyeyê yên çavdêriyê pêk hat.

    Herwiha hat ragihandin ku PKKê bi çek û narincokan êrişî ekîpa hêzên polîsan kir û di encamê de 3 polîs birîndar bûn.

    Ji aliyekî din ve, medyaya Tirkiyeyê ragihandiye ku hêzên polîs û cendirmeyên tirk bersiv daye êrişa PKKê û di encama pevçûnan de şervanekî PKKê bi birîndarî hatiye girtin.

    Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê piştre li devera ku pevçûn lê derketibû operasyon dan destpêkirina.

    Bi heman mijarî:

    Li Amed, Şirnex û Dersîmê operasyonên siyasî: 10 kes hatin desteserkirin
    Amed - Li banê avahiyeka leşkerî teqîn çêbû
    Operasyonên siyasî -Polêsan li Agirî, Amed û Çewlikê 19 welatî desteserkirin
    Amed - Polîsan bi ser avahiya DBPê de girt!
    Seferên Amed û Hewlêrê dest pê kir
    HPG: Bîlançoya Amed û Oremarê eşkere kir – 11 kuştî
    Etîketan:
    êrîş, PKK, Yenişehir, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de