14:38 23 Tebax 2017
Zindî
    ypg-bayrak

    YPGê: Di meha tîrmehê de artêşa tirk 22 caran êrîşî Rojava kir

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê bilançoya şerê meha tîrmehê bi raya giştî re par ve kir.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî daxuyaniya YPGê di meha tîrmehê de hêzên wan 6 operasyon pêk anîne û 91 yek caran jî şer û pevçûn derketiye. Di bilançoya YPGê de tê dîtin ku di encama şer û pevçûnan de 242 çete hatine kuştin ku termen 96 çeteyan di destên wan de ne.

    Di meha tîrmehê de komên bi ser Koalisyona Niştimanî ya Sûriyê ve girêdayî gelek caran bi topên hawan û çekên giran êrîş birine ser taxa Şêx Meqsûd a Helebê û di encamê de zarokek hatiye kuştin. Herwiha YPG diyar dike ku hêzên artêşa tirk di meha tîrmehê de 22 caran êrîşî Rojava kirine û di 31ê Tîrmehê de di encama êrîşekê de 3 welatiyên ji gundê Elokê yê bi ser Serêkaniyê ve girêdayî, hatine kuştin.

    DAIŞ ku li Minbicê tê dorpêçkirin, di 16ê Tîrmehê de li herêma dikeve navbera bajarokê Eyn Îsayê û rojhilatê bakurê bendava Tişrînê êrîşek lidar xistiye. Çeteyên DAIŞê li vir girtine ser 6 gundan û sivîl kirine hedef. Di encama êrîşê de li gundê Sêgolê 10 û li gundê Birberqalê jî 3 sivîl hatin kuştin.

    Bi heman mijarî:

    YPG: Em ê li Helebê dest ji ti deverên rizgarkirî bernedin
    Li Helebê di navbera YPG û rejîmê de alozî derket
    YPG li Helebê gelek herêman ji destê terorîstan rizgar kir
    YPG: Li taxa Şexmeqsûd 10 terorîst hatin kuştin
    YPG: Êrîşên Artêşa Tirkiyeyê dewam dikin
    Etîketan:
    tîrmeh, bîlanço, Artêşa tirk, YPG, DAIŞ, Gundê Elokê, Bendava Tişrînê, Eyn Îsa, Taxa Şêx Meqsûd, Serêkaniyê, Minbic, Heleb, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de