22:33 23 Tebax 2017
Zindî
    teqîn-heleb-zanîngeha helebê

    Li Haleb û Idlîbê 43 kes hatin kuştin

    © REUTERS/ Ammar Abdullah
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Li Helebê û Idlibê şer di navbera hêzên rejimê û komên terorîstan berdewam e û di encamê de 43 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn.

    Navenda Nûçeyan — Terorîstên di bin navê EL Nusra (Cebhet Fetih El-Şam) hatine cem hev, berî çend rojan li Helebê operasyonek pêk anî. Hat ragihandin ku li bakurê Helebê li kampa Henderatê û başûrê Helebê li gundê El-Hiwêzeyê di nava çend saetan de ji herdû aliyan bi dehan kes hatin kuştin.

    Li gorî agahiyan di encama operasyonê de komên terorîstan kampa Henderatê û atolyeya hesinî ji kontrola hêzên rejîmê derxistine.

    Herwiha li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, di şerê li gundên Kefernaha, Xan El-Esel, Etarib, Batûbo, Darit Izê û Ewrem El-Kubrayê yên başûrê Helebê de 21 welatiyên sivîl hatin kuştin û 29 kes jî birîndar bûne.

    Ji aliyekî din ve, Di şerê li taxên; Ferdos, Ensarî, Sukerî, Kelasê, El-Zeydiyê, Qatircî, Bab El-Meqam û El-Qemerê de jî 5 jê zarok 7 welatiyan jiyana xwe ji dest da.

    Komên terorîstan bi topên hewayî êrişî herêmên Sebîl, El-Nîl, Eşrefiyê, El-Hemdaniyê û El-Muhafezeyê kir û di encamê de 4 jinan jiyana xwe ji dest da.

    Li bajarê Idlibê jî, balafirên şerî yên rejîmê êrîşî bajarokê Seraqibê, balafirgeha leşkerî ya Ebû El-Zihûrê û taxên Kefer Sicnê, Kefer Texrîm û Hêşê kir. Di encama şerê di navbera hêzên rejîmê û terorîstan de 11 welatiyên sivîl hatin kuştin.

     

    Bi heman mijarî:

    Moskova: Ne Sûriya ne jî Rûsya li Helebê planên êrişê nakin
    Niştecihên taxa Banî Zeydê ya Helebê vedigerin malen xwe
    Li Helebê êrîşa kîmyewî
    Terorîstan êrişî ser Zanîngeha Helebê kirin: 13 xwendekar birîndar bûn
    Rûsya: 82 milîtan Helebê terikandin
    Li Helebê milîtanan operasyona hember dan destpêkirin
    YPG: Em ê li Helebê dest ji ti deverên rizgarkirî bernedin
    Etîketan:
    welatî, kuştî, sivîl, EL Nusra, Cebhet Fetih El-Şam, Darit Izê, Batûbo, Xan El-Esel, El-Hiwêze, Henderat, Etarib, Idlib, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de