11:08 17 Tebax 2017
Zindî
    PKK - KCK - Abdullah Ocalan - Qendîl

    KCK: Yên jiyanê li me bikin dojeh em ê jî jiyanê li wan bikin dojeh

    Sputnik
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1501

    KCKê li ser astengkirina hevdîtina bi Abdullah Ocalan re diyar kir ku ew hişyariyê didin. KCKê bangewazî li raya giştî û saziyên Ewropayê jî kir ku ji bo malbat û parêzerên Ocalan karibin biçin Îmraliyê fişarê li ser Tirkiyê çêbikin.

    Navenda nûçeyan — Desteya Serokatiya KCKê bi daxuyaniyek nivîskî balkişand ser astengkirina bi Abdullah Ocalan re. Li gorî nûçeya ANFê, KCK pêvajoya astengkirina hevdîtina bi Ocalan re bibîr xist û got: "Dewleta AKPê weke ku Girtîgeha Îmraliyê tunebe, weke ku Serokatiya me li wir ne rehin e tevdigere. Yanî polîtîkaya tunekirin û înkarkirinê ya ku li ser gelê kurd tê meşandin bi awayekî xurttir li ser Serokatiya me berdiwam dike."

    KCK astengkirina hevdîtinê bi pêşketinên polîtîk ên Rojhilata Navîn ve girêdide û hevdîtinên ku berî dihatin kirin jî weke perçeyek ji operasyona Erdogan dinirxîne. Di vê mijarê de KCK dibêje ku piştî Erdogan biryara şerê tunekirinê li hemberî kurdan stand, hevdîtin jî ji nişkê ev qut bû.

    Desteya Serokatiya KCKê behsa hewldana derbeya 15ê Tîrmehê dike û dibêje ku ev rewş metirsiya wan a derbarê ewlekariya canê Ocalan de zêdetir kiriye. KCK bang li raya giştî û saziyên Ewropayê dike ku ji bo hevdîtinê fişarê li ser hikûmetê çêbikin.

    KCKê di dawiya daxuyaniyê de dibêje ku em hişyar dikin, yên jiyanê li me bikin dojeh em ê jî jiyanê li wan bikin dojeh.

    Bi heman mijarî:

    KCK: Êrişa li ser Şengalê, destkeftiyên kurdan en li Başûr û Rojava hedef girtibû
    KCK ji bo teqîna li Qamişloyê: Li hemberî kurdan ‘Enfalên' nû di rojevê de ne
    KCK: Destê AKPê di êrişên DAIŞê yên li Ewrûpayê de heye
    KCK: ‘Polîtîkayên AKPê bûye sedema êrişa balafirxaneyê'
    KCK: PKK amade ye ku bi Pêşmerge re hêzeke hevbeş pêk bîne
    Etîketan:
    hewldana derbeya leşkerî, Desteya Serokatiya KCKê, hikûmeta AKPê, ANF, Abdullah Ocalan, Recep Tayyip Erdogan, Grava Îmraliyê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de