11:05 17 Tebax 2017
Zindî
    Leşkerên Amerîkî

    Obama armanca operasyona nû ya Lîbyayê eşkere kir

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 910

    Serokê DYAyê Barack Obama ragihand ku armanca operasyona nû ya Lîbyayê têkbirina DAIŞê û avakirina aramiyeke rastîn e.

    Navenda nûçeyan — Obama di civîna xwe ya Koşka Spî de derbarê operasyona Lîbyayê de agahî da çapemeniyê  û ragihand ku armanaca operasyona nû ya Lîbyayê têkbirina DAIŞê û avakirina aramiya li nava welêt e.   
    Obama daxuyand ku wan operasyonê li ser daxwaza Hikumeta Lîbyayê ya ku ji aliyê civaka navneteweyî ve tê naskirin ve dane destpêkirin. Obama got: ‘Hikumeta Lîbyayê di mijara têkoşîna li dijî DAIŞê de gihiştine merheleyek baş. DAIŞ niha li herêma Sîrteyê hatiye dorpêçkirin. Têkçûna DAIŞê ji berjewendiyên neteweyî yê Amerîkayê re ye.'

    Obama dema behsa operasyona xwe ya hevpar ya bi Hikumeta Lîbyayê kir, eşkere kir ku wê nehêlin DAIŞ li Lîbyayê xurt bibe.
    Obama amaje kir ku Lîbya DAIŞê wek rêxistineke terorî dibîne. Ev nêrîn bo berjewendiyên Lîbya û cîhanê gaveke baş e.  Herwiha ne tenê Amerîka hemû welatên cîhanê aramiya Lîbyayê dixwazin, lewra  bêîstiqrariya Lîbyayê dibe sedema qeyrana penaberan û trajediya mirovan.

    POŞMANIYA OBAMA YA LÎBYAYÊ

    Di civînê de pirsa têkiliya Bihara Ereban ya wekî serhildana gel tê zanîn û lînçkirina Muammer Qedafî hate kirin.
    Li ser vê pirse Obama wiha got: ‘Beriya hingê bo ku em pêşiya komkujiyan bigrin me li Lîbyayê gavên hewce avêtin. Lê ti kes ji me ji bo avakirina îstîqrar, aramî û ewlehiyeke rastîn gavên hewce navêt. Ti kes hurgiliyên van rewşên navborî nefikirî.'

    Bi heman mijarî:

    Obama: 'Amerîka hewldana derbeyê dizaniya gotinek şaşe'
    Obama li Erdogan geriya
    Obama banga yekitiyê li gelê Amerîkayê kir
    Obama dê serdana Dallasê bike
    Putin û Obama: Em amade ne hevkariyê li Sûriyeyê zêde bikin
    Venezûela: Em hêvî dikin ku Obama helwesta xwe biguherîne
    Senatorê Komarparêz: Berpirsyarê Orlandoyê rasterast Obama ye
    Etîketan:
    têkbirin, daiş, operasyon, koşka spî, Barack Obama, muammer qeddafî, amerîka, lîbya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de