09:02 17 Tebax 2017
Zindî
    ENKS-Rojava

    ENKS: PYDê bi xwe êrîşî nivîsgeha PDK-Sê ya Girgê Legê kiriye

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) daxuyaniyek weşand û tê de PYDê bi pêkanîna “kiryarên terorê û tirsandinê” li dijî xelkê pêk tîne û bi tundî rexne lê girt.

    Navenda Nûçeyan - ENKSê di daxuyaniya xwe de wiha radigihîne: "PYD û çekdarên bi aramnca tehdîdkirina aştiya civakî, li gundên Efrînê û herêma wê kiryarên neberpirsyarane pêk anîn ku zor li xelkê kir ta tev li refên çekdarên wan bibin".

    Herwiha di daxuyaniyê wiha berdewam kir: "Kiryara dawî li gundê Moskeyê yê navçeya Racoyê bû ku hewl hat dayîn xortê bi navê "Ebdo Mihemedî" bi zorê tev li hêzên xwe bikin lê wî xortî nexwest û gule bera serê xwe da û dûre hat rakirin bo nexweşxaneya Efrînê".

    Ji aliyekî din ve, ENKSê di daxuyaniyê de ragihand ku gelek gundên herêmê hatin dorpêçkirin ta ku xortên wan bibin şerî yê li Heleb û Idlibê.

    ENKSê teqez kir ku bi kamereyên ewlehiyê hatiye dîtin ku endamên PYDê bi xwe êrîşî nivîsgeha PDK-Sê ya Girgê Legê kiriye.

    Di dawiya daxuyaniyê de, ENKS PYDê tawanabar dike ku hewl dide herêmên kurdan vala bike.

    Bi heman mijarî:

    ​ENKSê li dijî Kembera Erebî derket
    PYDê bersiva ENKSê da: ENKS derewan dike
    Êrîşeke bombeyî li ser nivîsgeha ENKSê li Girkê Legê pêk hat
    ENKSê girtina endamên xwe ji aliyê asayişê ve şermezar kir
    ENKSê Sykes – Picotê dibe Cenevreyê
    ENKSê bangî PYDê kir: Ka em rûpeleke nû vekin
    Etîketan:
    Têkiliyên ENKS û PYDê, PDK-S, PYD, ENKS, Ebdo Mihemed, Moske, Raco, Idlib, Efrîn, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de