18:42 17 Tebax 2017
Zindî
    Koçberên êzidî

    NY: Êzidî hîna jî weke kole tên girtin

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAY
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Neteweyên Yekgirtî (NY) diyar kir ku her çiqas di ser qirkirina êzidiyan re du sal derbas bûye jî hîna bi hezaran êzidî ji hêla DAIŞê ve li Sûriyê dîl tên girtin û gelek ji wan weke koleyên sekse tên bikaranîn.

    Navenda Nûçeyan — Komisyona lêpirsîna sûcên şer a serbixwe ku ji hêla NYyê ve hatiye destnîşankirin di meha hezîranê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku, bi êrîşa 3ê Tebaxa 2014ê re ya li ser bajarê êzidiyan Şengalê, DAIŞê qirkirin pêk aniye.

    Êzidiyên ku ola wan yek ji olên kevnare yên Rojhilata Navîn e, ji hêla DAIŞê ve weke gawur tê qebûlkirin. NY destnîşan dike ku bêhtirê dîlgirtiyan birine Sûriyê ku li vir "Jin û keçên êzidî hîna jî weke koleyên seksê tên bikaranîn û bi şuştina mejiyên wan zarok di dijminantiyan de tên bikaranîn."

    NY aşkere kir ku 3 hezar û 200 jin û keçên êzidî weke dîl tên girtin û bi hezaran zarok û mêr jî winda ne.

    Heke ku qirkirina li hemberî êzidiyan ji hêla hiqûqa navdewletî were naskirin, wê bibe qirkirina pêşîn a ku ne ji hêla dewletan an jî ne ji hêla milîsên li ser navê dewletan tevdigerin ve hatiye çêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Feleknas Uca li parlamena Tirkiyê diaya êzidiyan xwend
    Komisyona Bilind a Nasandina Komkujiya Êzidiyan hewl dide ku dosya Şengalê biçe Lahê
    HDP: Bila Parlamena Tirkiye qirkirina êzidiyan nas bike
    Serokê ruhanî yê Êzidiyan: Divê Şingal bi ser Kurdistanê ve bê girêdan
    Heyata PYDê çû serdana Êzidiyan
    Etîketan:
    qirkirin, NY, DAIŞ, Jinên Êzîdî, Sûriye, Rojhilata Navîn, Şengal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de