12:26 19 Tebax 2017
Zindî
    Hevserokê PYDê Salih Muslim

    Salih Muslim: Heke ku bê xwestin em ê hemû Sûriyê rizgar bikin

    © AFP 2017/ JACQUES DEMARTHON
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3620

    Hevserokê PYDê Salih Muslim diyar kir ku heke ku bê xwestin ew ê hemû Sûriyê ji çeteyan rizgar bikin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya ANHAyê, Hevserokê PYDê Salih Muslim di rêûresma cenazeyên 6 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de axivî. Muslim div ê rêûresmê de behsa şerê li hemberî DAIŞê kir û got: "Heke îro li Rojavayê Kurdistanê rê li pêşiya çeteyan neye girtin ew ê weke penceşêrê li hemû cîhanê belav bibin."

    Salih Muslim destnîşan kir ku ji bo rizgarkirina hemû axa Sûriyê ji çeteyan, şervanên Sûriyê soz dane û gotinên xwe wiha berdewam kir: "Niha li Minbicê jî vê yekê pêk tînin. Ji bo parastina jiyana hevbeş û mirovahiyê li vir in. Heke bê xwestin jî ew ê li dû çeteyan biçin heya ku hemû Sûriyê ji wan rizgar bikin."

    Bi heman mijarî:

    Salih Muslim: Em dixwazin peywendiyên me bi hemû partiyên Kurdistanî re baş bin
    Salih Muslim, li Kerkûkê: Alîkariya Tirkiyê ya ji bo DAIŞê gelekî kambax e
    Salih Muslim li gel waliyê Kerkûkê civîya
    Salih Muslim: Înşelleh Erdogan aciz bibe
    Salih Muslim serdana şervanên YPGê û YPJê kir
    Etîketan:
    rizgarkirin, şervan, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Ajansa ANHA, PYD, Salih muslim, Minbic, Sûriye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de