14:57 21 Tebax 2017
Zindî
    Thorbjorn Jagland

    Jangland: "Derbekar bi ser ketibûna wê endamtiya Tirkiyeyê bihata cemidandin"

    © Foto: Youtube
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 601

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Çavuşoglu piştî serdana Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Jagland di civîna çapemenî de ragaihand ku divê dewletên YEyê di mijara Tirkiyeyê de dirist û objektîf bin.

    Enqere — Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu piştî serdana Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland a Enqereyê di civîna çapemenî de ragaihand ku divê dewletên Yekîtiya Ewropayê (YE) di mijara Tirkiyeyê de dirist û objektîf bin. Ewropa divê dev ji vê helwesta xwe ya piştî hewldana derbeya leşkerî berde.

    Divê serokên ewropî sekreter mînak bigirin

    Mevlut Çavuşoglu di axaftina xwe de got: "Nêzîkatiya Jagland bêtir ber bi heqaniyetê ve ye. Ez ji vir bangî dewletên ewropî dikim, divê serokên ewropî Sekreterê Giştî mînak bigrim. Ji bo vê ez dibêjim ji kerema xwe bi pîvan, dirist û objektîf bin."

    Çavuşoglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tirkiye ji nêrîna xwe ya demokrasiye tucarî wê tawîzan nede. Em serdana Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê ji bo Tirkiyeyê gelekî girîng dinirxînin. Tirkiye bi hêz û bi bawerî wê reformên xwe bidomîne."

    Em piştgiriya dezgehên demokratîk dikin

    Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Jagland jî di axaftina xwe de got: "Ez niha ji bo ku Konseya Ewropayê piştgiriya sazî û dezgehên demokratîk bide li vir im."

    Jagland di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî derbeya 12ê Îlonê ya sala 1980yî endamtiya Tirkiyeyê ya Konseya Ewropayê hatibû cemidandin, heke heke derbekar di şeva 15ê Tîrmehê de bi ser biketa me dîsa heman gav diavêt û endamtiya Tirkiyeyê wê bihata rawestandin."

     

    Agahî Tên…

    Bi heman mijarî:

    Leşkerê derbekar li Baregeha Sererkaniyê xwe kuşt
    Ji Çavuşoglu bo leşkerên derbekar ku reviyabûn Yûnanîstanê daxuyanî
    Almanyayê bersiv da Çavuşoglu: "Divê ev nebe mijara şantajê"
    Atambayev bersiv da Çavuşoglu: "Kirgizîstanê bi derbeyê netirsînin"
    Çavuşoglu: "Başbûna têkiliyên me bi Rûsyayê re hinek kesan aciz dike"
    Etîketan:
    Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê, Mevlut Çavuşoglu, Thorbjorn Jagland, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de