07:27 21 Tebax 2017
Zindî
    Ji bo jinên êzîdî banga têkoşînê

    Li 20 welatan bêdengî ji bo jinên êzdî

    © Sputnik/ O F Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Ji bo piştgiriya jinên êzîdî û banga têkoşînê, jinan li 20 welatên cîhanê îro tam di saet 11:00an çalakiya bêdengbûnê li dar xistin.

    Omer Faruk Baran

    Amed — Îro salvegera duyem a Komkujiya Şengalê ye. Du salên berê îro, di 3yê Tebaxa 2014an de, DAIŞê li Şingalê bi hezaran êzîdî qetil kirin û ji 6 hezarî zêdetir jin û zarok jî revandin. Ji bo piştgiriya jinên êzîdî û banga têkoşînê, jinan li 20 welatên cîhanê îro tam di saet 11:00an çalakiya bêdengbûnê li dar xistin.

    Jin li Amedê jî, ji bo çalakiyê li Parka Koşuyoluyê civiyan. Parlementerên HDPê û rêveberên DBPê jî beşdarî çalakiyê bûn. Di daxuyaniya ku li ser navê Platforma Têkoşînê ya ji bo Jinên bi Darê Zorê Hatine Girtin hat xwendin de wiha hat gotin:

    ‘'Em jin dibêjin ku, hetanî di destên çeteyên DAIŞê de jinek tenê mabe jî, jin ne azad in! Em ê têkoşîna xwe ji îro û pê ve li qadan, li astea navneteweyî, li mekanîzmayên dadgerî yên ser neteweyan re bidomînin. Bila neyê ji bîr kirin ku, qirkirinên bê hesab mane, dibe ku bibin nîşaneyên qirkirinên nû.''.

    Komkujiya Şingalê ya 2014an di meha Hezîranê de ji aliyê komîsyoneke taybet a Neteweyên Yekbûyî jî hat nas kirin. Li gorî raportan, 2640 êzîdî ji destê DAIŞê hatine rizgar kirin lê 3764 jin û zaroyên êzîdî hê di destê DAIŞê de ne ku hin ji wan li li bazaran tên firotan.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Nêçîrvan Barzanî: Şingal birîneke kûr e
    Mela Bextiyar: "Şingal jî û Kerkûk jî axa Kurdistanê ye"
    Serokê ruhanî yê Êzidiyan: Divê Şingal bi ser Kurdistanê ve bê girêdan
    Bernameya Ban Ki-moonî ya Hezîranê Şingal e
    "Bila Şingal bi Kurdistanê ve bê girêdan"
    Etîketan:
    kurd, Parlementerê HDPê, jin, DAIŞ, DBP, HDP, Platforma Têkoşînê, Şingal, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de