12:27 19 Tebax 2017
Zindî
    Darbe girişimi - TBMM

    Nasnameya pîlotê ku parlemento bombe kir zelal bû

    © REUTERS/ BAZ RATNER
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Hat ragihandin ku şeva hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê pîlotê ku parlamentoya Tirkiyeyê bombe kiribû Huseyin Turk e û fermana bombebaranê jî ji terefê General Hakan Evrim ve hatiye dayîn.

    Enqere — Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de derket holê ku şeva hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê pîlotê ku parlamentoya Tirkiyeyê bombe kiribû Huseyin Turk e û fermana bombebaranê jî ji terefê Fermandarê Baregeha Akinciya Enqereyê General Hakan Evrim ve hatiye dayîn.

    Fermana bombebarana parlamentoyê ya şeva hewldana derbeya leşkerî ji terefê Fermandarê Baregeha Akinciyê General Hakan Evrîm ve hat dayîn û pîlotê balafirê Huseyin Turk jî bombe avêtin. Turk di îfadeya xwe ya midûriyetê de mikur hat û got: "Fermana bombebaranê Hakan Evrim da min."

    Piştî ku ferman hat min bombe kir

    Pîlotê balafirê Huseyin Turk di îfadeya xwe de got: "Min fermana bombebarana parlamentoyê ji Fermandarê Baregeha Akinciya Enqereyê Hakan Evrîm ê ku dixwest Hulusi Akar bi Fethullah Gulen re bide axaftin wergirt.Me bi zavayê Akin Ozturk Hakan Karakuş û Mustafa Azimetli re civînek kir û wan kordînat dane min. Bi fermana fermandarên xwe min parlamento bombebaran kir."

    Bi heman mijarî:

    Îlker Başbûg: 15ê Tîrmehê ne derbeya leşkerî ye
    Yekîtiya Karsazên Rûs û Tirk : Em hewldana derbeya leşkerî şermezar dikin
    Bahçelî: "Heke li pişt derbeya leşkerî CIA û Pentagon hebe"
    Rûsya bertek da helwesta NATOyê ya li hember hewldana derbeya leşkerî
    Rojnamevanê îtalî: Li Tirkiyeyê derbeya 'rastîn' niha tê jiyîn
    Etîketan:
    Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê, Huseyin Turk, Hakan Evrim, Akin Ozturk, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de