10:00 18 Tebax 2017
Zindî
    jin-tundîya li hember jinê-tundî

    Bi gotînên ‘Te çima cilên vekirî li xwekiriye, tu derbekarî' êrîş kirin

    © AP Photo/ Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Sekretera rojnameya Evrenselê Hazal Olmez dema ku diçû mala, bi gotinên ‘Te çima cilên vekirî lixwekiriye, tu derbekarî, tu Fethulahiyî' rastî êrişa komekê hat.

    Stenbol — Li gorî rojnameya Evrenselê, sekretera wan Hazal Olmez duh dema ji kar derket û çû mala xwe ya li Koca Mustafapaşa ya navçeya Fatîhê rastî êrîşekê hat. Olmez a ducanî got ku ji nişkê ve kesekî ji paşiyê de porê min kişand. Dema ku ez zîvirîm min jineke bi çarşefreş dît. Min jê pirsî ku ‘çima porê min dikişîne?' lê êrîşî min kir. Dîsa jineke weke wê çarşefreş tevlî wê êrîşî min kir. Di heman demê de ji min re digotin ku ‘Xayin, derbekar, Fethulahî" û bangî mirovên din dikirin ku li ser serê min kom bibin. Xwestin ku min lînç bikin".

    Hazal Olmez diyar kir ku piştî çend deqîqeyan kesekî 26-27 salî, bişerwel û rîdirêj hatiye gel wê û jê re gotiye, "Li taxê 4 kesên din ên weke te hene. Me ew mîm kirine. Dor dê were wan jî" û li lingê min xist. Olmezê herwiha destnîşan kir ku kesên êrîşkar jê xwestin e ku ji niha û şûn ve cilên vekirî lixwe neke û li gorî xwesteka wan cilan lixwe bike. Hazal Olmez ji bo raportê bistîne çûye doktor lê doktor raport nedaye wê.

    Bi heman mijarî:

    Lî Êlihê 2 jin hatin kuştin!
    Li Erebîstana Siûdî semîner: Gelo jin însan e?
    Êdî jin dikarin bi tenê paşnavên malbatî bi kar bînin
    Ji 27 kesên kuştî 5ê wan jin in
    Li Îzmîrê polêsan êrişî meşê kir: 35 jin hatin binçavkirin
    Li Amadê mamosteyeke jin ji serê xwe hat xistin
    Etîketan:
    Fethulahî, derbekar, jin, êrîş, Rojnameya Evrenselê, Hazal Olmez, Kocamustafapaşa, Fatih, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de