21:39 19 Tebax 2017
Zindî
    Zarokên sûriyeyî

    Leylana tijî-jiyan li cihê komkujiya hovan

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2710

    Leylan tekane berxika ber dilê dayika xwe bû, kulîlkeke nûhatî ya bajarê evînê û çivîkeke esmanên Rojavayê bû lê hovan li Qamişlokê ew êrîşa hovane pêk anî û ew bi xedarî kuşt û Leylana tijî-jiyan ji Qamişloyê stend.

    Qamişlo — Leylan Mihemed Hemîd zarokeke 5 salî bû û tekane zaroka malbata dayik û bavê xwe bû. Dayik û bavê wê di kenê wê de ji xwe re hêvî berhev dikirin.

    Kolanên taxa Xerbî ya Qamişloyê bi bişirîna wê dibişirî û hêvî bi hebûna wê mezin dikirin. Lê rêxistina nemirov DAIŞê bi êrîşeke hovane, ew kulîlk ji nava bexçeyê kulîlkên Rojavayê hilkir.

    Dayika Leylanê qefleke gul danî şûna kavilên teqîna Qamişlo, li cihê ku Leylanê giyanê xwe ji dest da. Qefleke gul ji Leylana xwe re danî wî cihê ku mirovîkujan hêvî kuşt ta ku giyanê Leylanê li ezmanan dilşad bibe.

    Leylan zarokek bû ku di êrîşa 27ê Temûzê ya taxa Xerbî li Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dabû.

    Bi heman mijarî:

    Hejmara qurbaniyên teqîna Qamişloyê gihîşt 49an
    KCK ji bo teqîna li Qamişloyê: Li hemberî kurdan ‘Enfalên' nû di rojevê de ne
    Li Qamişloyê teqîna xwekujî: 35 kuştî û 150 birîndar
    Derbarê teqîna Qamişloyê de 3 kesên gumanbar hatin girtin
    Hejmara karesata kuştiyên Qamişloyê derket 52 kesî
    HUDA-PARê êrîşa Qamişloyê şermezar kir
    MSDê êrişa Qamişloyê şermezar kir
    Etîketan:
    kulîlk, zarokên kurd, zarok, Leylan Mihemed Hemîd, Taxa Xerbî, Qamişlo, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de