05:07 20 Tebax 2017
Zindî
    Dadgeh

    Dozgerê ku bibû sebebê xwekujiya Ali Tatar teslîm bû

    © Flickr/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Dozgerê ku doza ‘sûîqesta amîralan' dişopand Suleyman Pehlivan li Îzmîrê teslîm bû. Pehlîvan bi sebeba xwekujiya Ali Tatar tê tohmetbarkirin.

    Îzmîr — Birayê Ali Tatar ê mezin Ahmet Tatar di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo van însanan em dadgehên herî bi adil dixwazin.

    Dozger Suleyman Pehlivan di doza sûiqesta amîralan de ji bo îfadeyê cara duyemîn bangî Ali Tatar kiribû û Tatar jî xwe întîxar kiribû. Pehlivan di sala 2011an de bibû endamê Dadgeha Bilind û piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê biryara binçavkirina wî hatibû dayîn.

    Pehlivan digel hemû lêgerînan jî nehatibû dîtin. Li gorî nûçeya nûçegihanê rojnameya Hurriyetê Toygun Atilla, reva piştî 18 rojan duhî li Îzmîrê bi dawî hat. Pehlivanê ku ev 18 rojan windayî bû duhî teslîmî Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Orxanîze û Qaçaxiyê ya Îzmîrê bû.

    Bi heman mijarî:

    Dozger kuştina Hrant Dink weke ‘guleya pêşîn a FETO'yê nirxand
    Hanefi Avci di doza ‘Rêxistina Rega Netewî' de îfade da dozger
    Dozger wê pirsa kuştina pîlotê rûsî ji Alparslan Çelik bike
    Dozger got 'Ewlehiya min tune' û neket jêrzemîna hovîtiyê
    Huda Kaya: ‘Dozger kujerê Tahir Elçi vedişêre'
    Etîketan:
    Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Orxanîze û Qaçaxiyê ya Îzmîrê, Suleyman Pehlivan, Ahmet Tatar, Ali Tatar, Îzmîr, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de