01:34 20 Tebax 2017
Zindî
    Darvekirin - Îdam

    Îranê bi yek carê re 21 girtiyên kurd îdam kirin

    © Flickr/ Jaime Pérez
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3710

    Hat ragihandin ku rejima Îranê bi yek carê re 21 girtiyên kurd duhî berê sibehê îdam kirin.

    Navenda Nûçeyan - Li gorî sazî û navendên mafên mirov ên Kurdistana Îranê, 21 girtiyên siyasî yên kurd ku ev demeke dirêj di girtîgehê de bûn li benda cezayê îdamê bûn, duhî berê sibehê hatin îdamkirin.

    Îdamên Îranê
    © Foto: BasNews
    Îdamên Îranê

    Tê gotin ku ew girtiyên kurd bi hêceta ku li dijî îslamê xebat kirine û alîgir û endamên rêxistinên radîkal û selefî bûn hatibûn girtin û fermana îdama wan hatibû dayîn.

    Li gorî nûçeya BasNewsê, piraniya wan kurdên ku hatine îdamkirin ji xelkê bajarê Sine û deverên derdora Sine bûn e. Rejima Îranê çend roj berê jî dîsa 6 girtiyên kurd îdam kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Îranê 6 kurd darvekir
    6 partiyên Kurdistana Îranê wê bi hevdu re bixebitin
    Îranê: ‘Bê piştgirî û haydariya welatên biyanî nemumkûne ku hewldana derbeyê hatibê kirin'
    Li Îranê teqîn
    Îranê rojekî de 16 kes darve kir
    Etîketan:
    Îranê 21 kurd îdam kirin, Îdamkirina girtiyên kurd, Sine, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de