20:24 17 Tebax 2017
Zindî
    Hrant Dink

    Di lêpirsîna kuştin a Hrant Dînk de serbazek hat girtin

    © Sputnik/ Cesim Ilhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Li gorî çarçoveya lêpirsîna ku ji bo kuştina Gerînendeyê Giştî yê berê yê Rojnameya Agosê Hrank Dînk tê meşandin, biryara girtina serbazekî cendirmeyan yê bi navê Abdûllah Dînç hat dayîn. Dînç kesê yekem e ku li Stenbolê ji ber lêpirsîna li hemberî cendirmeyan tê meşandin, hat girtin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyan di çarçoveya lêpirsîn a kuştina Dînk de ku ji aliyê dozgerê bi navê Gokalp Kokçu yê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê meşandin, yek jê cendirmeyê berê bi tevahî 2 cendirme vê êvarê sewqê Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin.

    Hat diyar kirin ku dozgerê lêpirsînê Gokalp Kokçu îfadeya serbazê gumanbar Abdûllah Dînç û serbazê berê û Midurê Zabita yê Şaredariya Esenyûrtê Yûsûf Bozca bi daxwaza girtinê sewqê dageriya nobedar kir. Dadgeriya nobedar jî ji bo serbazê bi navê Abdûllah Dînç biryara girtinê da, Yûsûf Bozca jî bi şertê kontrola edlî serbest berda.

    Bi heman mijarî:

    Ji ber lêpirsîna kuştina Hrant Dînk 5 kes hatin desteserkirin
    Bi hezaran kes li ber Agosê Hrant Dînk bi bîr tînîn
    Hrant Dink: ‘Ez kurd bûma min ê dewleteke serbixwe bixwesta’
    Derbarê kuştina Hrant Dink de 7 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    hat girtin, lêpirsîn, Midurê Zabita yê Şarederiya Esentyûrtê, Yûsûf Bozca, Abdûllah Dînç, Gokalp Kokçu, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de