05:12 20 Tebax 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Ji bo çi piştgiriya PYDê tê kirin, ji bo çi el Nûsra teror e

    © AFP 2017/ Adem Altan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2701

    Hat ragihand ku li bajarê Bîngazî yê Libyayê bi wesayita bombeyî êrîşek pêk hatiye û di encamê de herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest daye, bi dehan kes jî birîndar bûne.

    Navenda Nûçeyan — Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan li gorî dijayetiya DAIŞê, PYD û El-Nûsra wek hev girt û got el-Nûsra jî wek PYDê li dijî DAIŞê şer dike, ji bo çi li hemberî el-Nûsrayê miameleya terorî tê kirin.

    Serokwezîr Erdogan di derbarê rojevê de ji bo televîzyoneke Meksîkayê axivî û diyar kir ku hemû dane û agahî li ber destan e ku li dû hewldana derbeya 15ê Tîrmehê Fethûllah Gulen heye. Erdogan anî zşman ku ew ji Amerîkayê terorîstekî dixwazin û got "em ji we terorîstekî dixwazin û divê hûn wî terorîstî bidin me. Dema ku em wenda bikin tune ye."

    'FETO EV 40 SAL IN XWE DI DEWLETÊ DE BİRÊXİSTİN DIKE'

    Hewldana derbeyê - Erdogan li Marmarîsê ji rojnamegeran re axivî
    © Foto: AA/Sabri Kesen
    Erdogan ji bo rêxistina terorî ya FETO jî da zanîn ku ew rêxistin ev 40 sal in xwe birêxistin dike û got "din ava vî 40 salî de xwe di artêşê de, di teşkîlatên polîsan de, di dadgerî û hemû saziyên dewletê de birêxistin kirine. Hejmara wan ji hejmara ku em dibêjin hîn zêde ye." Herwiha Erdogan dest nîşan kir ku heta niha ji ber hewldana derbeyê nêzîkî 10 hezar kes hatiye desteserkirin.

    'JI BO ÇI LI HEMBERÎ EL NÛSRAYÊ MIAMELEYA TERORÎ TÊ KIRIN'

    John Kirby
    © AP Photo/ Manuel Balce Ceneta
    Serokwezîrê Tirkiyeyê di derbarê têkoşîna li dijî DAIŞê de jî daxuyand ku di têkoşîna li dijî DAIŞê de heta niha jî pêvajoyeke xurt nehatiye meşandin û got "di vê mijarê de ji welatên Ewropayê wêdetir, em ji Amerîkayê gelek tişt dipên. Ger ku hûn ji min bipirsin, ez dibêjim di têkoşîna li dijî DAIŞê de heta niha pêvajoyeke xurt nehatiye meşandin. Lê li Sûriyeyê mijar helbet tenê ne têkoşîna li dijî DAIŞê ye. Ji ber ku PYD li dijî DAIŞê ye, radibin bi her awayî piştgiriya PYDê dikin. Ji aliyê din el Nûsra jî li dijî DAIŞê ye lê li hemberî el Nûsrayê miameleya terorî tê kirin, ev têgihîştineke çawa ye?"

    Erdogan herî dawiyê anî ziman ku bi Hîllary Clînton re peywendiyeke wî ya xurt heye û diyar kir him bi Hîllary Clînton re him jî bi hevserê wê re peywendiyeke wî ya xurt e lê dîsa jî di hilbijartinên Amerîkayê de gelê Amerîkayê kê hilbijêre, li gorî demokrasiyê em ê jê rêzê bigirin.

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê Îtalyayê bi tundî bersiva Erdogan da
    Erdogan: Aktorên wê li hundir bûn lê senaryoya derbeyê li derve hatiye nivîsîn
    Serokwezîrê Avusturyayê: "Terefgirên Erdogan min bi mirinê tehdîd dikin"
    Erdogan rektorekî nû tayîn kir
    Etîketan:
    têkoşîn, teror, piştgirî, FETO, Serokomarê Tirkiyeyê, El Nusra, PYD, DAIŞ, Fethûllah Gulen, Recep Tayîp Erdogan, Meksîka, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de