12:31 20 Mijdar 2017
Zindî
    Ayetullah Ali Hamaney

    Îran: Di tu mijarê de bi Amerîkayê re muzakere ne pêkan e

    © AP Photo/ Office of the Iranian Supreme Leader
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Serokê Dinî yê Îranê Alî Hamaney diyar kir ku Amerîka berpirsyariyên xwe yên peymana nukleerê bi cih nayine û got "peymanê da nîşan ku hewce nake bi Amerîkayê re muzakere were kirin."

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên ajansa fermî ya Îranê (ÎRNA) Hamaney li îkametgeha xwe ya li Tehranê axivî û dest nîşan kir ku mueyideyên ku divê piştî peymana nukleerê bihata rakirin, hîn dewam dikin.

    Hamaney anî ziman ku Amerîka berpirsyariyên xwe yên peymanê bi cih nayine û got "Em bi salan e dibêjin bi Amerîkayê bawerî nabe lê hinekan bi zehmetî va rastiya qebûl kir. Îro dîplomat û kesên beşdarê muzakereyan dibin bi xwe dibêjin Amerîka li ser soza xwe nasekine."

    Hamaney Amerîka tawanbar kir ku Amerîka ji aliyekî ve gotinên xwe dibêje ji aliyekî ve jî zirarê dide peywendiyên aborî yên Îranê yên bi welatên din re. Hamaney daxuyand ku Amerîka ji bo muzakerekirina mijarên herêmî bang li Îranê dike û got ceribandinên peymana nukleerê da nîşan k udi ti mijarê de bi Amerîkayê re muzakere ne pêkan e.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya-Îran ji bo hevkariya aboriyê zêde bikin sîteyek înternetê ava kirin
    "Rûsya û Îran li ber îmzekirina peymana ava giran in"
    Îran: 40 kes ji ber plankirina terorê li rojhilatê welêt hatin girtin
    Îran: Sedema hewldana derbeyê nêzîkbûna Tirkiya-Sûriyayê ye
    Etîketan:
    peymana nuklererî, pêkan, muzakere, ajansa ÎRNAyê, Serokê dînî yê Îranê, Alî Hamaney, Tehran, Amerîka, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de