01:58 21 Çile 2018
Zindî
    Ilker Başbug

    Îlker Başbûg: 15ê Tîrmehê ne derbeya leşkerî ye

    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Serfermandarê Berê Îlker Başbûg diyar kir ku 15ê Tîrhmehê wek derbeyên berê ne û got "ez 15ê Tîrmehê wek derbeyeke leşkerî nanirxînim."

    Navenda Nûçeyan — Îlker Başbûg di CNN Tirkê de balkişand ser berpirsyariya Rêxistina Îstîxbaratê (MÎT) û got "me berê li gorî îstîxbarata MÎTê kesên Gulenîst ji kar derdixisit. Lê di navbera salên 2002-2010a de ji me re ji MİTê ti agahî nehat û negotin "ev serbaz Fethûllahîst e."

    Başbûg anî ziman ku ew hewldan 15ê Tîrmehê wek derbeya leşkerî nanirxîne û got "tiştên ku qewimîn ew e ku hinek kesên ji derve xwestin qismekî artêşê bikar bîne û bigihêjin armanca xwe."

    Serfermandarê berê Başbûg dest nîşan kir ku di navenda hewldana derbeyê de Cimaeta Gulen heye lê bi tevahî sê kom hene û got "li dû hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmehê, yê ku plankir û birêvebir Cimaet e.Yê duyemîn jî bi îhtimaleke mezin ew hinek kes bûn ku xwestin hin tiştan bikin lê di wexta xwe de nikarîbû bikirana. Ev ne ji cimaetê ne lê komeke wisa jî heye. Koma sêyemîn jî her çiqas ne ji cimaetê bin jî hinek kes bûn ku xwestin ji cimaetê sûdê wer bigirin."

    Bi heman mijarî:

    Başbug: YPGê jî wek pêşmergeyan bûye hevalbenda Amerîkayê
    İlker Başbug ji bo Kurdistana serbixwe roj da
    Ilker Başbug: Hêzên rê li ber serxwebûna dewleteke kurdî digirin Tirkiye û Îran in
    Îlker Başbug: Tirkiye destûra PYDê nade
    Etîketan:
    15ê Tîrmehê, hewldana derbeyê, Cimaeta Gulen, Serfermandarê berê, MÎT, CNN Turk, Îlker Başbug, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de