01:48 21 Çile 2018
Zindî
    Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş

    Demîrtaş: Tenê ne artêşê, partiyên din jî bi Koşkê ve girêdan

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş di mitînga Wanê de axivî û got "tenê ne artêşê, partiyên din jî bi Koşkê ve girêdan."

    Navenda Nûçeyan — Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş parast ku piştî hewldana derbeyê AKP, CHP û MHP bi Serokomar Recep Tayîp Erdogan ve hatin girêdan û got partiya mixalefetê tenê HDP ye.

    Demîrtaş di xwepêşedana Wanê de him piştî hewldana derbeyê ragihandina Rewşa Awarteyê him jî bi Biryarnameyên vê dawiyê guhertina binyad a Artêşa Tirkiyeyê rexne kir û got "tenê ne artêşê, partiyên din jî bi Koşkê ve girêdan. Partiya miixalefet a Tirkiyeyê tenê HDP ye, alternatîf tenê HDP ye. Lihevkirineke demokratîk pêk neanîn, wa pîlê wan wê dirêj najo."

    Demîrtaş di axaftina xwe de diyar kir ku AKP, CHP û MHP li ser hişmendiya otorîter lihevkirine û got "ji hezarî yek jî rêza ku we ji Gulen re digirt, we j ime re bigirta mey ê heta niha li vî welatî aşitî û biratî ava kiribûya."

    Herwiha Demîrtaş bal kişand ser tesfiyeyên piştî hewldana derbeyê û got "ji aliyekî ve tu dibêjî ‘cimaetê ez xapandim, Xwedê bibexşe' ji aliyê din ve tu dibêjî ‘cimaetê tu xapandî, ez te ji kar davêjim.' Edalet wisa dibe?'

    Tê zanîn ku HDP berê Serokomar Erdogan serokên giştî yên partiya AKP, CHP û MHPê dawetê Koşka Beştepeyê kiribû lê hevserokê HDPê dawet nekiribû û îro jî di nava lîsteya serdana Serokwezîr Yildirim de CHP û MHP hebû lê HDPê cih negirtibû

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: Weke ku gelê kurd doza tiştekî nake tevdigerin
    Demirtaş: Dibe ku di nava AKPê de hin kes hebin ku piştgiriya derbeyê kiribin
    Selahattin Demirtaş: Bêyî HDPê pirsgirêk çareser nabin
    Demirtaş: Aştiyê ragihînin ku em bawer bikin
    Etîketan:
    partiyên din, girêdan, artêş, Hevserokê Giştî yê HDPê, Serokomarê Tirkiyeyê, Serokwezîrê Tirkiyeyê, CHP, MHP, AKP, selahattîn demîrtaş, Recep Tayîp Erdogan, Wan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de