10:09 20 Çile 2018
Zindî
    Penaber

    Li Minbicê 2 hezar sivîlên din jî hatin xilaskirin

    © REUTERS/ Ognen Teofilovski
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Operasyona rizgarkirina bajarê Minbicê ku hêza sereke ji YPGê pêk te û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dewam dike. Hate ragihandin ku 2 hezar sivîlên din ji terorîstên DAIŞê hatine xilaskirin.

    Minbic — Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebu Leyla ku ji bo rizgarkirina Minbicê di 1ê Hezîrana 2016an de hatibû destpêkirin, di roja 62an de li nava Minbicê bi pêşketina şervanan dewam dike.

    Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin bidestxistin şervanên Meclîsa Leşkerî îro di saetên piştî nîvro de 2 hezar sivîlên din ji teorîstên DAIŞê rizgar kirin.

    Hate eşkerekirin li taxa Şêx Eqêl, çerxerê û riya Cizîrê û li herêma fabrîqeya çîmentoyê zêdetirî 2 hezar sivîlên din hatin xilaskirin. Welatiyên sivîl ji aliyê şervanan ve ji bo cihên bi ewle hatin veguhestin.

    Bi heman mijarî:

    Waliyê Helebê: Komên terorîst nahêlin sivîl ji bajêr derkevin
    MINBIC - DAIŞê 24 welatiyên sivîl kuştin
    Li Minbicê nêzî hezar sivîl hatin rizgarkirin
    Şervanên kurd li Minbicê 750 sivîl ji destê DAIŞê rizgar kirin
    Etîketan:
    ewle, cih, veguhestin, rizgarkirin, sivîl, terorîst, DAIŞ, Feysel Ebu Leyla, Sûriya, Minbic
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de