21:45 21 Çile 2018
Zindî
    MHP

    Cîgira Serokê Giştî ya MHPê Zûhal Topçû îstîfa kir

    © AFP 2018/ OZAN KOSE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    Cîgira Serokê Giştî yê MHPê Zûhal Topçû îstîfa kir. Hat diyar kirin ku daxwaza îstîfa ya Topçû ji aliyê Devlet Bahçelî ve hat qebûl kirin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên hatin bidest xistin Zûhal Topçû ji ber sedemên taybet ji Serokê Giştî Devlet Bahçelî xwestiye ku îstîfa bike. Hat hîn bûn ku Bahçelî jî ev daxwaz qebûl kir.

    Topçû li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyand ku ji ber sedemên malbatî ji peywira xwe veqetiyaye û got "Ji ber sedemên malbatî mecbûr mam ku ji peywira xwe ya ku ji sala 2012a vir ve bi hezkirin dikim, îstîfa bikim. Spasiya Serokê Giştî yê me Devlet Bahçelî dikim ku di pêvajoya endamtiya min a dîwanê de her tim alîkarî û piştgiriya min kir. Ji niha şûnde ez ê wek Wekîlê Enqereyê û endama MYKê peywira xwe bidomînim."

    ​Wekîla Enqereyê ya MHPê Zûhal Topçû wek Cîgira Serokê Giştî ya ji Perwerdehiya Nav Partiyê û Dibistana Serokatiyê berpirsyar bû.

    Bi heman mijarî:

    AKP, MHP û CHPê belavokeke hevpar weşand
    MHP: Serfermandariya Tirkiyeyê derewan dike
    Bahçeli:'MHP her dem alîgirê îktîdarê ye'
    Etîketan:
    karên perwerdehiyê, peywir, girtin, Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê, Serokê Giştî yê MHPê, Zûhal Topçû, Devlet Bahçeli
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de