00:55 18 Çile 2018
Zindî
    Joseph F. Dunford

    Serfermandarê Amerîkayê Dunford derbarê Gulen da daxuyanî da

    © AP Photo/ Lauren Victoria Burke
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serfermandarê Amerîkayê Joseph Dunford serdana parlamentoya Tirkiyayê kir û li vir bi Serokê Parlamentoyê Îsmail Kahraman re hevdîtin pêk anît. Di hevdîtinê de mijara îadekirina Fetullah Gulen hatiye nirxandin û Dunford ragihandiye ku ev yek di çerçoveya hiqûq de bê gotubejkirin.

    Enqere — Serfermandarê Amerîkayê Joseph Dunford li Enqereyê bi Serfermandarê Tirkiyayê Hulisi Akar re hevdîtin pêk anît. Herwiha bi Serokwezîr Binali Yildirim re jî hat cem hev. Piştî hevdîtina bi Yildirim re bi ewayek suprîz serdana Parlamentoya tirk kir.

    Dunford, bi Hulusi Akar re çû parlamentoyê û li vir cihên ku di şeva hewldana derbeyê de rastê êrişa derbexwazan hatibûn geriya û ji rayedaran agahî stand.

    Dunford li pêgeha Serokê Parlamentoya Tirkiyayê Îsmail Kahraman demek hevdîtin pêk anîtin. Dunford xemgîniya xwe ya bombardûma parlamentoyê anît ziman û ji bo malbatên kesên ku di bûyeran de jiyana xwe ji dest dane re jî sersaxiyê xwest.

    ‘AMERÎKA DI ÇERÇOVEYA HIQÛQÊ DE BINIRXÎNE'

    Dunford, hevdîtina xwe ya bi Kahraman re kirinên şeva hewldana derbeya leşkerî wek terorîzm bi navkir. Ji bo îadekirna Fetullah Gulen jî diyar kir ku vê yekê di çerçoveya hiqûqê de binirxînin.

    Bi heman mijarî:

    Times: "Tevgera Gulen bi 10 hezaran sterlîn raport amade kirin"
    Serkaniya Giştî ya DYA: Dunford dê hewldana derbeyê şermezar bike
    Almanyayê bersiv da Çavuşoglu: "Divê ev nebe mijara şantajê"
    Serkanê Giştî yê DYAyê Dunford serdana Meclisê kir
    Etîketan:
    terorîzm, malbat, bombardûman, xemgîn, îade, serdan, Fetullah Gulen, Binali Yildirim, Îsmail Kahraman, Hulusi Akar, Joseph Dunford, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de