10:39 26 Gulan 2018
Sergey Rudskoy

Rûsya: 82 milîtan Helebê terikandin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Rayedarê Serkaniya Rûsyayê Korgenral Sergey Rudskoy, ragihand ku li Helebê 82 milîtan çek danîne û bajêr terk kirine.

Navenda nûçeyan — Rudskoy derbarê operasyona mirovî ya hevpar ya Rûsya û Sûriyeyê ya ku di 28ê Tîrmehê de li Helebê dest pê kir de agahî da çapemeniyê. Rudskoy diyar kir ku ji 300î zêdetir kes ji korîdorên alîkariya mirovî re derbas bûne û gihiştine navendên bi ewle yên ku ji aliyê hikumeta Sûriyeyê ve hatine ava kirin. Herwiha 82 milîtan jî çekên xwe danîne û ji bajarên Helebê derketine.

‘FIROKE LI HERÊMA KU DI BIN KONTROLA EL NÛSRAYÊ DE HATE XISTIN'

Rudskoy derbarê firokeya rûsan ya Mi-8ê de jî eşkere kir ku, firokeya wan li herêma ku di bin kontrola El Nûsra û dijberên nerme hatiye xistin.
Rudskoy diyar kir ku firoke di encama gulebarana terorîstan ve ketiye xwarê.

'42 KES MIRIN, 98 KES JÎ BIRÎNDAR BÛN'

Rudskoy, da zanîn ku ji 28ê Tîrmehê heta niha milîtanan li Helebê 30 caran gulebarandine û di encama gulebarana wan 42 kes mirine û 98 kes jî birîndar bûne. Rudskoy got DAIŞ û El Nûsra armanc dikin ku Helebê dorpêç bikin di vê çarçoveyê de êrişên xwekujî pêk tînin.

‘EL NÛSRA 5 HEZAR MILÎTANAN ÊRIŞÎ HELEBÊ KIR'

Rudskoy diyar kir ku El Nûsra bi 5 hezar militana êrişî ser başûrê rojavayê bajarê Helebê kiriye û wiha pê de çû: ‘Lê Artêşa Sûriyeyê bi alîkariya Hêzên Hewayî yên Rûsyayê êrişa El Nûsrayê şkenandin. Di encamê de ji 800î zêdetir milîtan, 14 tank, 10 wesayetên zirzî û 60 wesayetên bombebarkirî hatin rûxandin.'

‘ME LI HELEBÊ 7 KORÎDOR VEKIR'

Rudskoy amaje kir ku Rûsya di çarçoveya operasyona mirovî de 7 korîdor vekirine û ji wan korîdoran pêdiviya kê bi çi alikariyê hebe tê kirin.

‘JI 100Î ZÊDETIR HERÊM BEŞDARÎ AGIRBESTÊ BÛN'

Rudskoy behsa pêvajoya agirbesta li Sûriyeyê kir û da zanîn ku 109 herêm beşdarî agirbestê bûne. Bi vê yekê hejmara herêmên ku beşdarî agirbestê bûne gihişte 327an.
Herwiha hejmara komên çekdar neguheriye û hêj 61 e.

Bi heman mijarî:

YPG, amadehiya vekirina korîdora Efrîn û Kobanî dike
Li Helebê milîtanan operasyona hember dan destpêkirin
YPG: Em ê li Helebê dest ji ti deverên rizgarkirî bernedin
Li Helebê di navbera YPG û rejîmê de alozî derket
Sivîlên Helebê têne tehliyekirin
Rûsya: Bo tehliyeya şêniyên Helebê dê 4 korîdorên din yên mirovî bên avakirin
YPG li Helebê gelek herêman ji destê terorîstan rizgar kir
Waliyê Helebê: Komên terorîst nahêlin sivîl ji bajêr derkevin
Etîketan:
dijberên nerme, mi-8, firokeya rûsan, serkaniya rûsyayê, el nûsra, milîtan, heleb, alîkariya mirovî, operasyon, Sergey Rudskoy, sûriye, rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de