08:01 23 Gulan 2018
    Leşkerên tirk

    “Leşkerên tirk li Başîkayê jehrî bûn”

    © Sputnik /
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat îdiakirin ku leşkerên tirk ên herêma Başîkayê ya Iraqê dimînin, ji ber avê bi jehrê ketine û dûre hatine rakirin bo nexweşxaneyê.

    Hewlêr — Li gorî nûçeya malpera Rûdawê, li Biryargeha Gudadê ya li herêma Başîkayê ku leşkerên tirk lê leşkerên Heşdî Wetenî perwerde dike, hinek leşker bi jehrê ketine û dûre hatine rakirin bo nexweşxaneyên Hewlêrê. Li gorî nûçeyê hinek leşkerên tirk jî bi jehrê ketine û dûre ji bo dermankirinê ew şandine Tirkiyeyê.

    Birêveberê Nexweşxaneya Şeyhanê Xeyrî Xidirî wiha got: "20 leşker hatin şandin bo nexweşxaneya me û hemû ji Heşdî Wetenî bûn lê me bihîst ku 60 leşkerên tirk nexweş ketine. Hinek ji wan hatine dermankirin lê hinekên din jî şandine Tirkiyeyê.

    Xidirî diyar kir ku ew nikarin sedemê nexweşiyê bizanin lê mehdê hinekan dixeliya û nava hinekan diçû.

    "LEŞKER WIHA DIFIKIRIN KU DAIŞÊ JEHR AVÊTIYE AVÊ"

    Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji çavkaniyeke ji biryargehê bi dest xistine, Gumaneke mezin di nav leşkeran de çêbûye. Wiha difikirin ku DAIŞê jehr avêtiye avê.

    Ji aliyekî din ve, Berpirsyarê Biryargehê General Muhemed Yehyayî wiha got: "Ew leşker ji ber hewyaa germ û ava germ nexweş ketine. Meselya jehrkirina avê qet ne rast e. 20 endamên Heşdî Wetenî û 5 leşkerên tirk nexweş ketin û me ew rakirin nexweşxaneyê. Rewşa wan gelekî baş e lê me komisyon ava kir ji bo li bûyerê vekole".

    Ev du sal in ku ew biryargeh hatiye damezirandin û 500 leşkerên Heşdî Wetenî li wir tên perwerdekirin. Herwiha Hikûmeta Iraqê li dijî hebûna leşkerên tirk li wê derê derdikeve.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa tirk hejmara leşkerên beşdarî hewldana derbeyê bûne aşkere kir
    Leşkerên Tirk li ser sînor ciwanekî ji Rojava kuşt
    Tevgera leşkerên tirk ya li ser sînorê Rojava her diçe zêde dibe
    Leşkerên tirk 2 birayên rojavayî birîndar kirin
    Leşkerên tirk ciwanekî rojavayî kuştin!
    Leşkerên tirk zarokekî efrînî birîndar kirin
    Leşkerên tirk ciwanekî rojavayî qetil kir!
    Etîketan:
    jehr, DAIŞ, Muhemed Yehya, Xeyrî Xidir, Biryargeha Gudad, Hewlêr, Başîka, Tirkiye, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de