12:19 24 Çile 2018
Zindî
    polês-êriş

    TŞYGê berpirsiyariya êrîşa Orduyê girt ser xwe

    © Foto: politikyol.com
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Tevgera Şoreşa Yekgirtî a Gelan (TŞYG) bi daxuyaniyekê ragihand ku êrîşa li Orduyê ji hêla hêzên wan ve hatiye çêkirin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya ANFê, Rêveberiya hevpar ya TŞYGyê diyar kir ku li navçeya Mesudiyeyê ya Orduyê, li çoltara bajarokê Topçamê, leşkerên artêşa tirk 3 rojan operasyon lidar xistine. Di heman daxuyaniyê de têdiyarkirin ku di 31ê Tîrmehê de saet di 12.00ê de hêzên wan yekîneyek leşkeran ji xwe re kirine hedef û êrîş birine ser wan. Li gorî daxuyaniyê, di encama şer de 4 leşker jiyana xwe ji dest dane û 2 leşker jî birîndar bûne.

    TYŞG di daxuyaniya xwe de destnîşan kiriye ku wan hin çekên leşkeran jî bi xwe re birine.

    Bi heman mijarî:

    Li Orduyê şer: 3 leşker hatin kuştin
    Rêxistina TŞYG: Li Pilûrê leşkerek hate kuştin
    TŞYG çalakiya Gîresûnê girte serxwe
    Etîketan:
    êrîş, leşker, operasyon, Tevgera Şoreşa Yekgirtî a Gelan (TŞYG), ANF, artêşa tirk, Topçam, Mesudiye, Ordu
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de