07:22 24 Gulan 2018
    Alaya Kurdistanê

    “Piştgiriya kurdan bikin”

    © AP Photo / Hussein Malla
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Gerînendetiya Jerusalem Postê nivîsek weşandiye û tê sedemên piştgirtina Kurdistanê û kurdan wiha diyar kirine: Gelek sedem hene ku divê Îsraîl xwedî li pêwendî û hevkariya xwe bi kurdan re derkeve û piştgiriyê bide avakirina Kurdistaneke serbixwe li başûrê Iraqê.

    Navenda Nûçeyan — Jerusalem Post di destpêka nivîsa xwe behsa wan siyasetmedarên îsraîl dike yên ku wek Ayelet Şaked, Serokwezîrê Îsraîlê Benyanîn Netenyahû û serokkomarê berê Şîmon Peresî piştgriya xwe ji bo mafê çarenûsê yê Kurdan diyar kiribû.

    Herwiha nivîs sedemên ku divê Îsraîl piştgiriyê bide kurdan, serxwebûna wan dinivîse û wan sedeman wiha rêz dike:

    Pêşî neyarên kurdan û Îsraîlê yek in ku pêşmergeyên herêma Kurdistanê ya li Iraqê îsbat kir ku bibandortirîn hêz li dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) ya hov in.

    Kurd di bin siya Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranê (PDKÎ) civiyane û yek ji kêm hêzan e ku bi awayekî xurt li dijî Pasdarên Şoreşa Îranê şer dike."

    Hevkariya li gel kurdan, beşek ji "stratejiyeke giştî" ye ku bi David Ben-Gurionî dest pê kiribû ta ku Îsraîl ji xwe re li hevalbendan li herêmê bigere.

    Li Sûriyeyê kurd hewl didin herêmeke serbixwe li cihên xwe ava bikin ku beşek ji yekîtiya ereb a perçenebar bû. Muhtemelen ew herêm dê careke din wek yekîtiya ereb neyê bibîranîn.

    "KURDISTANA SERBIXWE DÊ MAF Û JIYANA KÊMNETEWEYÊN DIN JÎ BIPARÊZE"

    Avakirina dewleteke din a ne-erebî li herêmê, dê jiyan û mafên kêmneteweyan biparêze. Herwiha dê rewşa Îsraîlê li herêmê kêmtir "anormal" bixuyê. Ji xwe ji niha de gelek dengên dijî Îsraîlê, dewleteke kurdî wek "Îsraîla duyem" bi nav kiriye.
    Herwiha piştgiriya hikûmeta Herêma Kurdistanê û mafên kurdên Îranê tiştekî exlaqî ye û divê were kirin. Kurdên ku bi piranî misilman in, Îsraîlê wek hevalbend dibînin.

    Civata kurdan bi gelekî ji civatên derdorê azadtir e. Mafên jinan parastî ne ku jinên kurdan wek jinên Îsraîlê tev li hêzên şervan bûne.

    Ji aliyekî din ve, nivîs diyar dike ku têkiliyên kurd û Îsraîlê xurt in lê kurd dixwazin ku ev têkilî bi awayekî nepenî bên kirin ji ber derdora wê gişt neyar in lewra neçar e bi tevdîr di têkiliyên xwe li gel Îsraîlê de bigere.

    Herwiha ku Îsraîl dikare alîkariya kurdan bike di rêya kirîna petrola wan de ku gelek kesên din dil nakin wê bikirin.

    Di dawiya nivîsê de wiha tê gotin; têkiliyên Îsraîl û kurdan dê wiha tevlihev bimînin ji ber ku neçar e bi çar lîstikvanên kurd li çar welatên cuda re bide û bistîne ku ajende û rojevên rêxistinên kurdan li Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê gelekî ji hev cuda ne.

    Bi heman mijarî:

    KURDISTAN - ‘Li dijî xeyala me ya sedsalî ya serxwebûnê dernekevin'
    KURDISTAN - Ji bo serxwebûnê partiyan piştgirî dan Barzanî
    Hewramî: 'Kurdistan gav bi gav ber bi serxwebûnê ve diçe'
    Qerebax: ‘Em jî wekî Kurdistanê daxwaza serxwebûnê dikin'
    Kurdistanê ji bo serxwebûnê roja referandumê eşkere kir
    Ciwanên Kurdistanê jî got “serxwebûn”
    TAYBET - Goran: ‘Divê serxwebûn û dewletbûn xizmeta kurd û Kurdistanê bike’
    Etîketan:
    kURD, Ereb, PDKÎ, Benyamîn Netenyahû, Şîmon Perest, Aylet Şaket, Turkey, Iraq, Îsraîl, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de