04:46 23 Çile 2018
Zindî
    Joseph F. Dunford

    Serkaniya Giştî ya DYA: Dunford dê hewldana derbeyê şermezar bike

    © AP Photo/ Lauren Victoria Burke
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Berdevkê Sererkaniya Giştî ya Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) Greg Hicks, Serkanê Giştî yê DYAyê Joseph Dunford di serdana xwe ya Tirkiyeyê dê hewldana derbeya leşkerî şermezar bike.

    Navenda nûçeyan —  Berdevkê Serkaniya Giştî ya Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA), Greg Hicks, daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku Serkanê Giştî yê DYAyê Joseph Dunford, bo serdana leşkerên amerîkî yên li Baregeha Încîrlîkê bike çûye Tirkiyeyê û wê di çarçoveya serdana xwe de bi Serokwezîrê Tirkiye Bînalî Yildirim û Serkanê Giştî Hulisî Akar re jî hevdîtinan pêk bîne.

    Di daxuyaniyê de tê gotin ku: ‘Orgeneral Dunford di dema serdana xwe de, dê hewldana derbeya leşkerî bi awayekî tund şermezar bike. Herwiha wê behsa hevkariya me ya xurt ya derbarê ewlehiya herêmê bike. Dunford dê careke din behsa giringiya Tirkiye hem di ya koalisyona li dijî DAIŞê  de û hem jî di ya hevkariya NATOyê de bike.‘

    Dunford duh piştî hevdîtinên xwe yên li Iraqê duh derbasî Baregeha Încîrlîkê bû û îro jî bo hevdîtinên siyasî pêk bîne derbasî Enqereyê bû.

    Bi heman mijarî:

    Wimmer: "Balafirên Amerîka û Siûdî kirin ku pîlotê tirk jeta rûsî bixîne"
    Amerîka: Hewldana derbeyê em bifikarin ku bandor li operasyonên herêmê bike
    Amerîka ji bo welatiyê xwe hişyariya Tirkiyayê da: Planên xwe ji nû ve bifikirin
    PJAK îdiayên ku Amerîka û Erebîstana Siûdî pere û çek daye wan derewand
    ‘Amerîka bi hewldana derbeyê dizanî lê ji Tirkiyeyê re negot”
    Amerîka, piştî hewldana derbeyê hinek kesên nêzî Gulen li Qesra Spî ezibandin
    Etîketan:
    baregeha încîrlîkê, serkaniya amerîkayê, hevalbendî, nato, daiş, hevkarî, ewlehî, binalî yildirim, greg hicks, hulusî akar, Joseph Dunford, dya, amerîka, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de