08:02 23 Gulan 2018
    Kuleli Askeri Lisesi

    Li Stenbolê, wê çi bibe ji avahî û xakên dibistanên leşkerî yên ku hatin girtin?

    © Foto : Wikipedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî xala 104ê ya biryarnameya di hukmê yaseyê de biryara girtina akademiyên şer, lîseyên leşkerî dibistanên adamekarî ya berbaziyê hatibû standin. Niha tê meraqkirin ku wê avahî û xakên van dibistanan çawa bê bikaranîn.

    Navenda Nûçeyan — Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim derbarê dibistanên leşkeri yên hatine girtin de got ku "Ew ê bikin seyrangeh û cîwarên xweşik çêbikin". Digel vê daxuyaniyê jî derkete holê ku wê hin xak û avahî ji bo ‘avadaniyê' bên vekirin.

    Ciyên ku dibistan lê hatine çêkirin li Stenbolê xakên herî binirx in. Li bersiva wê pirsê têgerîn ku gelo wê çi bibe ji van deran? Li gorî nûçeya nûçegîhana rojnameya Cumhuriyetê Hazal Ocakê dibistanên ku hatine gritin û xakên wan ên binirx ev in:

    GELO KULELÎ DÊ BIBE OTÊL?

    Lîseya Leşkerî ya Kuleli li Uskudarê ye û xwediyê xaka herî binirx e. Li ser peravên Geliyê Stenbolê ye û dibistan piştî bidestxistina Stenbolê ji hêla Fatih Sultan Mehmet ve, artêşa yenîçeriyan weke qişle bikar anîne. Nêzîkî 500 salî ye. Lê îdiakirin ku wê li ser xaka dibistanê otêl bê çêkirin.

    LÎSEYA DERYAYÎ YA HEYBELİADAYÊ

    Lîse li perava Heybeliadayê ye ku grava Heybeliadayê yek ji wan ciyên geştûguzariyê ye. Li dibistanê perwerde di salên 1946-1947an de destpêkir.

    DIBISTANÊN ŞER ÊN ASMANÎ Û DERYAYÎ

    Dibistana Şer a Deryayî li perava Tuzlayê ye. Li serê peravê ye xaka wê û li herêmê yek ji xakên herî binirx e. Salên derbasbûyî hate îdiakirin ku wê ji avadaniyê re bê vekirin. Dibistana Şer a Asmanî li Yeşilyurtê ye. Yeşilyurt girêdayî navçeya Bakirkoyê ye ku bihayên xaniyên vê herêmê ji yek milyon TLyî destpêdike. Ji ber ku herêm nêzîkî Balafirxaneya Ataturkê ye bêhtir girîng dibe.

    ÇAV LI MALTEPEYÊ NE

    Piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê herî zêde qişle hatin nîqaşkirin. Piştî hewldanê ji bo ku weke şeva pêşîn hewldan çênebin û tang dernekevin kolanê, kamyon û otobusên şaredariyê danîn ber qişleyan. Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim di rojên derbasbûyî de got ku ew ê qişleyan bigirin. Du qişleyên ku li ser xaka sedan doniman hatine avakirin ji sedî sed wê bên girtin. Yek jê li aliyê Ewropayê Qişleya Hasdalê ye, ya din jî li Anadoluyê yê qişleya li Maltepeyê ye ku 2yemîn Fermandariya Lîwaya Bizirx ya Stenbolê li wir e. Xaka li Maltepeyê ye bi gire xwe yê li Deryaya Marmarayê dinêre balê dikişîne.

    HASDAL DI PENÇIKÊ ‘RANTÊ' DE YE

    Di sala 2014ê de Serokatiya Herêm ya Emlak a Stenbolê ya Wezareta Berevaniya Tirkiyê derbarê Qişleyên Hasdalê û Tumgeneral Selahattin Gokkartalê guhertina plana avadaniyê ji Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê xwestibû ev daxwaz di sala 2014ê de pêk hatibû.

    Miduriyeta Plandana Şaredariyê li ser vê sedlêdanê nirxandibû ku di encama guhertina avadaniyê de têpêşbînîkirin ku li ser qada înşaeta 610 hezar û 402 metrekareyê wê 17 hezar û 440 kes bijîn. Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin, pêşniyara guhertina planê ya derbarê her du qişlayan de, bi hinceta ku ‘Divê piştî nirxandina li dû birêkûpêkirina Plana Rejîma Jîngehê ya 1/100.000' bi şûn de şandibû.

    NEXWEŞXANEYÊN GATAYÊ

    Bi biryarnameyê re nexweşxaneyên leşkeri û GATA jî bi Wezareta Tenduristiyê ve hatin girêdan. Tê meraqkirin ku xakên binirx ên li Taksîmê û Haydarpaşayê, yên girêdayî GATAyê ne wê li ciyê xwe bimînin an na?

    DERBARÊ SELÎMIYÊ DE JÎ REWŞA NEDIYAR HEYE

    1emîn Baregeha Leşkerî li Qişleya Selîmiyê ye ku di têkbirina hewldana derbeyê de rolekî girîng lîst. Dihate îdiakirin ku wê ev der bê firotin û yan wê bibe otêl yan jî bibe navenda kongreyê.

    Bi heman mijarî:

    Yildirimî Serdana Serokê CHPê Kiliçdarogluyî kir
    Leşkerên ku reviyan Yûnanîstanê Fuller jî bi xwe re birin
    “Şeva derbeyê xew neket çavên Rûhanî”
    Şimşek: "Êriş li Qesra Spî û Kongreyê were kirin hûnê çi bikin"
    Fermandarê Îmraliyê ji ber hewldana derbeyê hate girtin
    Walîyê Antalyayê: "20 hîndekar bi şaşî hatin binçavkirin"
    Etîketan:
    Qişleya Hasdalê, Dibistana Şer a Deryayî, Lîseya Leşkerî ya Kuleli, Serokatiya Herêm ya Emlak a Stenbolê ya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, Binali Yildirim, Uskudar, Heybeliada, Tuzla, Bakirkoy, Yeşilyurt, Maltepe, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de