08:42 23 Çile 2018
Zindî
    Koçberên êzidî

    Komisyona Bilind a Nasandina Komkujiya Êzidiyan hewl dide ku dosya Şengalê biçe Lahê

    © AFP 2018/ AHMAD AL-RUBAY
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Komisyona Bilind a Nasandina Komkujiya kurdên êzidî bi nûner û balyozên welatan re li Hewlêrê civiya. Di civînê de hate xwestin ku dosyeya derbarê danasîna komkujiya êzdiyan de hatiye amadekirin, bigihîje Dadgeha Bilind a Sûcên Navnetewî ya Lahêyê re.

    Hewlêr — Li gorî agahiyên nûçeya Rojnewsê Komisyona Bilind a Nasandina Komkujiya Kurdên Êzidî bi nûner û balyozên gelek welatan bi armanca danasîna komkujiya kurdên êzidî li Hewlêrê civîya. Di civîna ku îro hate lidarxistin de qanûn û kiryarên derbarê nasandina komkujiyê de hatin nirxandin. Komîsyonê di civînê de dosyayên derbarê komkujiya kurdên êzidî radestî balyozên welatan kir. Hate gotin ku heta niha hezar û 400 dosya derbarê Şengalê de hatine amadekirin.

    Komîsyonê di civînê de eşkere kir ku ew dixwazin dosyeya danasîna komkujiya kurdên êzidî bigihînin Dadgeha Bilind a Sûcên Navnetewî ya Lahêyê re.

    Bi heman mijarî:

    YPGê ji Reqqayê malbateke êzidî xelas kir
    Cîhan bo jinên êzidî wê ‘deqeyekê' bêdeng be!
    Jinên Êzidî li hemberî DAIŞê şer dikin
    ‘Rewşa jinên êzidî yên di destên DAIŞê de ne diyar e'
    Ji bo 19 jinên êzidî konê şîne hate vedan
    Jiyana 200 keçên êzidî di xetreyê de ye!
    Keça êzidî Nadia Mûrad bi Ban Ki Moon hevdîtinek kir
    Etîketan:
    danasîn, daiş, kurdên êzidî, komkujî, Komisyona Bilind a Nasandina Komkujiya kurdên êzidî, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de