17:35 20 Çile 2018
Zindî
    Alaya Tirkiyeyê

    Tirkiye YEyê tehdîd dike ku ew ê peymana penaberan betal bike

    © Foto: Pixabay
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    Ji roja hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Temûzê li Tirkiyeyê, têkiliyên navbera vî welatî û Yekîtiya Ewropayê roj bi roj xerabtir dibe ku Wezîrê Karên Derve tehdîd kir ku vîze ji bo welatiyên Tirkiyeyê heta meha Cotmehê neyê rakirin, ew ê rêkeftina penaberan betal bikin.

    Navenda Nûçeyan - Heta ji berî hewldana derbeya leşkerî li dijî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî jî, kêşe di navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê de hebûn.

    Rêkeftina penaberan meha Adara 2016, di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de bi navbeynkariya Angela Merkelê hatibû îmzekirin ta ku rê li ber hatina penaberan bo Ewropayê bigire.

    Herwiha li gorî wê rêkeftinê, YEyê dê 3.95 milyar EURO bide Tirkiyeyê ta ku rê li ber hatina penaberan bo Ewropayê di rêya Yûnanistanê re bigire û bikare wan li Tirkiyeyê vegerîne.

    Ji aliyekî din ve û wek beşekî ji rêkeftinê, diviyabû ku YEyê vîzeyê heta dawiya Temûzê ji bo welatiyên Tirkiyeyê rake ta ku endabûma Tirkiyeyê di yekîtiyê de zûtir pêk were.

    Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuş ji rojnameya almanî Frankfurter Allgemeine Zeitung re got, "Eger rakirina vîzeyê neyê, em ê neçar bimînin ku ji qebûlkirina penaberan bi paş de vegerin ku di rêkeftina 18ê Adarê de hatibû pêkanîn. Herwiha rakirina vîzeyê dibe ku di destêk an di orta meha Cotmehê de be, em li hêviya tarîxekê ne".

    Bi heman mijarî:

    Rikeberiya Tirkiye û Ewropayê ya “peymana penaberan” nahedine
    Nûçeyên derbarê peymana penaberan de nehate piştrastkirin
    NY bertek da peymana "penaberan": Em ê bi navendên şandinê re nexebitin
    UNICEF: Ewropa di mijara parastina zarokên penaber de biserneketiye
    Di 7 mehan de 3 hezar penaber di Behra Spî de xeniqîn
    Di 6 mehên destpêkê de 58 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dan
    “Tirkiye bêistiqrar bibe, bi milyonan penaber dê werin YEyê”
    Etîketan:
    peymana penaberan, rojnameya almanî Frankfurter Allgemeine Zeitung, Mevlût Çavuşoglu, Recep Tayyip Erdoğan, Yûnanistan, Ewropa, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de