01:10 19 Kanûn 2017
Zindî
    ala yunanîstanê

    Leşkerên ku reviyan Yûnanîstanê Fuller jî bi xwe re birin

    © Sputnik/ Sergey Yelkîn
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Parlamenterê AKPê yê Erziromê Orhan Deligoz îdia kir leşkerên ku piştî hewldana derbeya leşkerî reviyane Yûnanîstanê ajanê CIAyê Graham Fuller jî bi xwe re birin.

    Navenda Nûçeyan — Parlamenterê AKPê yê Erziromê Orhan Deligoz îdia kir leşkerên ku piştî hewldana derbeya leşkerî reviyane Yûnanîstanê ajanê CIAyê Graham Fuller jî bi xwe re birin. Ji sala 1966an û vir ve têkiliya Fethullah Gulen bi Rêxistina Îstîxbaratê ya Amerîkayê (CIA) re heye. Îhtîmaleke mezin ajanê Amerîkayê Graham Fuller ku şefê maseya Stenbolê yê berê bû di helîkoptera leşkerên derbekar ku reviyane Yûnanîstanê de bû.

    Wê şevê Fuller li otele bi pisporan re civîn dikir

    Orhan Deligoz di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev eseh bû û derkete holê. Fuller di sala 1966an de wekî şefê CIAyê yê Stenbolê derbasî Tirkiyeyê dibe û di heman salê de jî Cemaeta Fethullah Gulen ava dibe. Piştî çend salan bi kefîltiya Fuller Gulen li Amerîkayê mafê rûniştinê bi dest dixe. Di şeva derbeya leşkerî de dîsa derkete holê ku Graham Fuller li nîvgirava Buyukadayê li otelekê bi pisporan re civînan li dar dixe. Ji bo ku bikaribin bi Amerîkayê re têkiliya zindî deynin tesisat avakirine. Îhtîmala herî mezin di wê helîkoptera ku çû Yûnanîstanê de Fuller jî heye."

    Deligoz di dirêjiya axaftina xwe de got: "Mixabin di wê helîkopterê de Fuller jî hebû û me belayeke mezin ji ser xwe avêt. Nûsîbetek ji hezar nesîhetî çêtir e. Me di serî de dizanîbû ev ajan e, lê tu kesî ji me bawer nekir. Xuyaye nûnerên misyonên derve jî di nava vê hewldana derbeya leşkerî de ne. Armanca wan rojhilatê Tirkiyeyê di nava Ermenîstan û Kurdistanê de par bikin."

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê Îmraliyê ji ber hewldana derbeyê hate girtin
    Polîsê ku di dema hewldana derbeyê de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
    Derbarê şeva hewldana derbeyê de dîmenên nû derketin
    Balyozê Brîtanya: "Ji hewldana derbeyê gruba Gulen berpirsyar e"
    Amerîka: Hewldana derbeyê em bifikarin ku bandor li operasyonên herêmê bike
    Etîketan:
    Parlamenterê AKPê yê Erziromê, Operasyona ji kar dûrxistina endamên FETO/PDYê, Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Rêxistina Îstîxbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA), Orhan Deligoz, Graham Fuller, Fethullah Gulen, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de