02:01 21 Çile 2018
Zindî
    Şewat

    Li daristana Farqînê agir derket

    © REUTERS/ Rodrigo Garrido
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçeya Farqîn a Amedê ji ber topbaranê agir derket. Hate ragihandin agir ber bi gundê Başimtê ye ve belav dibe.

    Amed  — Li Farqînê ji ber topbarana ji qereqola Malabadiyê li daristanê agir derket. Ji qereqola Malabadiyê, bejahiyên gundên Dêrikamiqûrê, Başimtê, Malahirmo û Hecî Çerkez têne topbarandin. Ji ber topbaranê li daristanên nêzî gundan agir derket. Hate gotin ku agir her ku diçe belav dibe û ber bi malan ve diçe.  Hevserokê Şaredariya Ferqînê kerem Canpolat û gelê gundiyan bi derfet û îmkanên di destê xwe de hewl didin ku êgir vemrînin.
    Hevşaredar Canpolat diyar kir ku agir her ku diçe gur dibe û ber bi malê gund ve diçe.

    Hate ragihandin ku dûxana agirê daristanê ji navenda Ferqînê tê dîtin.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Farqînê operasyon berdewam dike: 2 cenaze şandin nexweşxaneyê
    Li 13 gundên Farqînê qedexeya derketina derve hat ragihandin
    Li navçeya Farqînê mayina ku hatibû bicihkirin hate îmxakirin
    Li Farqînê teqîn
    Li Farqînê operasyonan dîsa dest pê kir
    Etîketan:
    vemirandin, malabadî, daristan, şewat, agir, topbaran, kerem canpolat, farqîn, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de